Çalakiya nobetê ya li dijî JES'ê 187'an de ye 2026-11-06 16:11:09   MUŞ – Li gundê Xwarikê yê Gimgimê, niştecihên gundên Seferek, Başkent û Gomezilê çalakiya nobetê ya li dijî JES'ê  dewr girtin.   Çalakiya nobetê, ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal ku ji aliyê şîrketa bi navê IGNIS H2 Energy Production Inc. a navenda wê li DYA'yê ye, li gundê Xwarikê hatiye plankirin hat destpêkirin, berdewam dike. Di roja 187'an a çalakiyê de, pankartek li qadê bi dirûşmên: "Gelê Vartoyê santrala enerjiya jeotermal naxwaze. Destê xwe nedin ava min, destê xwe nedin axa min." hat daliqandin   Îro niştecihên gundên Seferek, Başkent û Gomezilê çalakiya nobetê dewr girtine.