Li Arzoxliyê nobet di roja 16’emîn de didome 2026-11-06 18:25:52   AMED - Çalakiya nobetê ya ku li taxa Arzoxlîyê li dijî GES'ê hatiye destpêkirin, di roja 16’emîn de berdewam kir. Niştecihên taxê diyar kirin ku ew ê heta bidawîbûna xebatan têkoşîna xwe bidomînin.   Dadgeha Îdarî ya 1'emîn a Amedê, derbarê projeya Zenkar-2 ya ku ji bo taxa Arzoxlîyê ya navçeya Sûrê hatiye plankirin de, biryara rawestandina demkî ya cîbicîkirinê da. Çalakiya nobetê ya di konan de ku li taxa Arzoxlîyê li dijî xebatên heyî hatiye destpêkirin, tevî baranê jî di roja xwe ya 16'an de berdewam kir   Di nobeta bi pêşengiya jinan didome de dirûşmeyên ‘destê dirêjî Arzoxlî dibe bila bişkê’, ‘em ê bi berxwedanê biserkevin’, ‘maf, hiqûq, edalet’ hatin berzkirin. Welatiyan xwestin ku xebatên projeya Zenkar-1 bên rawestandin.