Jinmama Narîn Guran sewkî edliyeyê kirin 2024-09-16 16:05:24      AMED - Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê qetilkirina Narîn Guran a li Rezanê hat destpêkirin de jinmama Narînê Hediye Guran a di bin çavan de sewkî edliyeyê hat kirin.   Li Taxa Çuliyê ya Rezan a Amedê di 21'ê Tebaxê de zaroka 8 salî a ku winda bû di 8'ê îlonê de cenazeyê wê hat dîtin. Lêpirsîna ku derbarê qetilkirina Narîna 8 salî de hat destpêkirin dewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de, apê Narînê, birayê wê jî di nav de 11 kes hatin girtin.    Dîsa di çarçoveya heman lêpirsînê de di 13'ê Îlonê de hevjîna apê Narîn Guran Fuat Guran Hediye Guran jî hat binçavkirin. Hediye Guran a ku hatibû binçavkirin sewkî edliyeyê hat kirin.