Bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' daketin qadan 2024-09-16 18:00:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 2'yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê, jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî li darxistin.   Di 16’ê Îlona 2022’yan de jina Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yê Îranê ve hat qetilkirin. Li dijî qetilkirina Jîna Emînî bi hezaran gel li derdora felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de bûn xelek û herikîn qadan. Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ belavî seranserî cîhanê bû.   Bi boneya duyemîn salvegera serhildanê, li Kurdistan û Tirkiyeyê jinan daketin qadan.   Riha   Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Jîna Emînî û Narîn Guran li Rihayê de daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li Parka Alî Şellî ya navçeya navenda Halîliyê de pankartên "Em ê ji bo Narînê bêdeng nemînin, em ê hesab bipirsin" û "Ji Jîna heta Narînan em ê hesab bipirsin, Jin jiyan azadî" bi tirkî û kurdî hatin vekirin.   Beriya daxuyaniyê polîsan xwest girseya ku dixwest pankartan li ser rêya parkê daliqînin asteng bikin. Li aliyê din girse bi çepik û dirûşmeyan hat şermezerkirin.   Aktîvîsta TJA’yê Adîle Fîdan di daxuyaniyê de axivî û got, “Em zîhniyeta ku îro nahêle em van pankartan daliqînin, şermezar dikin û dubare dikin ku em ê li hemberî têkoşîna xwe ya azadiyê û her cure tundî û qetlîamên li ser jinan bêdeng nemînin. "   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û tilîliyan bi dawî bû.   Amed   Platforma Jinan a Dîcle Amedê û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, di duyemîn salvegera serhildana "Jin Jiyan Azadî" ya ku piştî qetilkirina Jina Emînî dest pê kir, li ber Edliyeya Amedê hatin cem hev.   Jin li ber edliyeyê kom bûn û bi qîrîna dirûşmeyan heta Qada Dagkapiyê meşiyan.   Wan   Di pêşengiya TJA’yê de, bi boneya duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî, li Kolana Hunerê ya  Wanê daxuyanî da. Sazî û rêxistinên sîvîl tevlî daxuyaniyé bûn. Piştî daxuyaniyê  heta avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêya Armûşê  meş hat lidarxistin. Di meşê de timî dirûşmên "Jin Jîyan Azadî", "Jin natirsin hesab dipirsin"  hatin berzkirin.   Êlih    Li Êlihê komeke qelebalix ku di nav de Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî di nav de, li Parka Yilmaz Guney hatin cem hev.  Li vir jî pîştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên "Jin Jiyan azadî", "Bijî berxwedana jinan", "Bimre îxanet bijî Kurdistan", "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana Îmrali" hatin berzkirin. Meşa ku çepik, dirûşme û tilîliyan tê de nesekinî, li ber avahiya DEM Partiyê bi dawî bû.   Şirnex   Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengiya TJA’yê meşek hat lidarxistin. Rêxistinên DBP, DEM Partî yên bajar û navçeyên Şirnexê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamenterê DEM'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, aktîvîstên TJA, Hevşaredarên Silopiya û Cizîrê û gelek jin beşdarî meşê bûn.   Îdir   Rêxistinên DEM Partî, DBP  bi boneya salvegerê daxuyanî dan çapemeniyê. Bal kişandin ser serhildanê   Îzmîr    Meclisa Jinan a DEM Partiya Îzmîrê û TJA li avahiya   DEM Partiyê çalakiya bîranînê li dar xist. Li salonê tevî wêneyê Jîna ku bi kulîlk û mûman hatibû xemilandin, pankartên "Em serhildana Jina Emînî mezin dikin" û "Jin jiyan azadî" hatin daliqandin.   Manîsa   Bîranîna li Manîsayê bi pêşengiya Platforma Jinan a Manîsayê li Qada Manolyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta "Mehsa Emînî di têkoşîn û serhildana me de dijî" hatin hilgirtin û dirûşmên "Jin jiyan azadî"  hatin qîrîn. Metna çapemeniyê ji aliyê Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen a Manîsayê Bengî Kanat ve hat xwendin.