Cezayê dîsîplînê ya girtiyên jin hat rakirin 2024-09-18 17:52:47     ÎZMÎR - Li girtîgeha Jinan a Şakranê girtiyan ji ber govend gerandibûn, tilîlî û dirûşmeyên Kurdî berz kiribûn,cezayên dîsîplînê lê hatibûn birîn. Di encama îtîrazan de ceza hat rakirin.   Li girtîgeha Jinan a Şakran ya Îzmîrê li girtiyên siyasî bi hinceta govend gerandine, tilîlî û dirûşmeyên Kurdî berz kirine cezayê dîsîplînê hatibû birîn. Der barê cezayê dîsîplînê de girtiyan îtîraz kir û runiştina der barê îtîrazê de îro li  Yekemîn Dadgeha înfaza Karşiyaka hat dîtin. Dadgehê cezayê dîsîplînê yê hatibû dayîn rakir.    Li gorî vê ji bo 26 girtiyî mehek cezayê ragîhandinê, ji bo 5 heban mehek cezayê hevdîtinê hatibû dayîn.