Meşa Dirêj li Essenê berdewam kir 2024-09-19 21:18:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdllah Ocalan hatiye destpêkirin di roja çaremîn de  li bajarê Essenê berdewam kir.   Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li bajarê Essenê berdewam kir. Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst li Qada Hîrschlandplatzê li hev civiyan û bi qasî 17 kîlometreyan meşiyan.   Ciwanên ku di bin dorpêça polîsan de dest bi meşê kirin, bi biryardarî çalakiya xwe berdewam kirin.Di meşê de bê navber belavokên bi zimanê Almanî hatin xwendin, tecrîda li Îmraliyê ji derdorê re hate vegotin. Li kolanên Essenê bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.   Meşa ciwanan wê sibe li bajarê Duisburgê bi dawî bibe.