Li gundê Peyasê Semînera Pençeşêra Pêsîrê 2024-10-18 10:36:54     AMED - Gerînendetiya Jin û Malbêtê ya Şaredariya Peyasê û Şaxa Sendîqaya Karkeran a Tendirûstî û Civakî(SES) a Amedê, bi xebateke hevpar li gundê Karayakubê bi sedema meha hişyariya penceşêra pêsîrêya jinan semînerek li dar xistin.   Bi boneya meha hişyariyê ya penceşêra pêsîrê, bi xebatek e hevpar Gerînendetiya Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê û Şaxa Sendîqaya Karkeran a Tendirûstî û Civakî (SES) a Amedê li Gundê Karayakupê semînerek ji bo jinan li dar xistin. Di semînerê de der barê nîşaneyên penceşêra pêsîrê,çawaniya xweserî û dermankirinê de gahî hatin dayîn.   Zarok bi lîstikan kêfxweş bûn   Yekîneya Gerînendetiya Jin û Malbatê dema ku di perwerdehiya semînerê de agahî didan jinên li gundê, ji bo zarokan jî bi xebatên muzîk, şano û lîstikên curbecur şahiyek li dar xistin û bi lîstikan zarok kêfxweş kirin.