Li Dîlokê ji bo Rojînê daxuyanî 2024-10-18 20:58:50   DÎLOK - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê ji bo Rojîn Kabaîş daxuyaniyek da û diyar kir ku divê der barê mijarê de lêpirsînek bi bandor bê meşandin.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê der barê xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku li Wanê winda bû û cenazeya wê 18 roj şûnde hat dîtin daxuyaniyek da. Jin li Qada Balikli hatin gel hev û pankarta ‘Em bêdeng namînin, serî natewînin natirsin û li dijî kujeran wê têkoşîn xwe bidomînin’ vekirin.   Gulfîdan Ozpolat daxuyanî xwend û da zanîn ku 11 rojan de 26 jin hatine qetilkirin û got: “Gre kujerên jinên din Û Gulîsan Doku bihata darizandin wê îro Rojîn winda nebûya. Wê Rojîn nemiriba.  Daxwaza me eve ku der barê mirina Rojînê de lêpirsînek bi bandor bê meşandin. Em ê ji bo jiyan û mafên xwe bêdeng demînin.  Em ê jiyanek azad û wekhev bi têkoşîna rêxistinkirî ava bikin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ dawî bû.