Fuara pirtûkan a Kurdî eleqeyek mezin dibîne 2024-10-18 22:08:06   ÊLIH - Fuara Pirtûkan a Kurdî ku li Êlihê hat destpêkirin û heta 20’ê cotmehê wê bidome, di roja sêyemîn de elqeyek mezin dît.  Xwendevaran banga zêdetir xwedîketina li Kurdî û pirtûkên Kurdî kir.   Fuara Pirtûkan a Kurdî ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Komeleya ziman, Lêkolîn û Çandê ya Arî (ARÎ-DER)  û Egîtîm Senvê ve hat organîzekriin û wê heta 20’ê cotmehê bidome, di roja sêyemîn de berdeawm kir. Li parka Yimaz Guney stand hat vekirin.    Welatiyan eleqeyek mezin nîşan dan û bi nivîskaran re li ser pirtûkan dan û standina fikr û nêrînan kirin. Her wiha xwendekvanan li dijî dijminahiya li hember Kurdî banga xwedî derketinê kirin.