Li Stenbolê li dijî xespkirina îradeyê hevdîtina gel:Em natirsin 2024-11-10 19:28:26     STENBOL-Ayşegul Dogan di civîna li Sancaktapeyê ya bi dirûşma “Ne qeyûm, demokrasî" li dijî desteserkirina şaredariyan hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku ji bo çareserî û diyalogê divê dev ji polîtîkaya qeyûman berdin.   Li Sancaktepe ya Stenbolê li dijî desteserkirina şaredariyan bi dirûşma “Ne qeyûm, demokrasî” çalakî hat lidarxistin. Gelek kes di çalakiya ku bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin de li Kolana Demokrasiyê hatin ba hev. Girse heta avahiya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê bi pankarta "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê" û berzkirina dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwêdana gelan" meşiyan. Berdevka DEM Partiyê û parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan û parlamentera Stenbolê Kezban Konûkçû beşdarî çalakiyê bûn.   Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz li vir axivî û bi bîr xist ku qeyûm derbeyali demokrasiyê ye û got, "Tişta hûn dikin dîktatorî ye, ya hûn dikin faşîzm e."    'Em serî natewînin’   Piştre berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û diyar kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet û adil wan ji Stenbolê heta Êlih û Mêrdînê li dijî êşkence, qetilkin, girtin û zilmê dengê xwe bilind kirine. Dogan, anî ziman ku ew ê li hemberî gef, şantaj û zextan serî netewînin û got, "Em hêza xwe ji heqdariya xwe digirin. Çend desthilat û serokwezîr hatin û çûn, lê têkoşîna hevpar a gelan hîn jî didome.”    'Dest ji polîtîkayên qeyûm berdin’   Ayşegul Dogan herî dawî wiha axivî: “Em ji kesên ku her tiştî qedexe dikin re dibêjin, ev rêya hûn dimeşînin ne rê ye. Em ê li kolan û qadan bin. Hûn ê nikaribin me bidin sekinandin, ji ber vê yekê werin û dev ji polîtîkaya qeyûman berdin. Weke DEM Partiyê em dibêjin ku em amadene destê we bigirin. Ji bo aştiya Tirkiyeyê ya adil û bi rûmet bi salan destên me li hewa ne. Lê eger hûn bi destekî destê xwe yê aştiyê dirêj bikin û bi destê din jî qeyûm tayîn bikin, lihevhatina civakî pêk nayê. Ewilî dev ji polîtîkaya qeyûman berdin.