Li ser koçberî û bandorên wê yên li ser jinan panel 2024-11-10 20:13:25     NAVENDA NÛÇEYAN-Li bajarê Qamişloyê têkildarî penaberî û koçberî û bandorên wê li ser jinan û civakê, her wiha astengiyên li pêşberî jinan panelek hat organîzekirin.   Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi navê "Koçberî û bandorên wê li ser jinan û civakê" li hola Zana ya bajarê Qamişlo panelek li dar xist.   Di panelê de nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên sivîl û rêxistinên jinan, aktîvîst û koçber beşdar bûn.   Di panelê de mijara yekemîn ya li ser koçberî, pênaseya wê, sedemên wê û cudahiya di navbera koçberî û penaberiyê de û mijara duyemîn a li ser bandorên koçberiyê li ser jinan û civakê, hatin nîqaşkirin.    Di serî de sînevîzyonek li ser koçberkirina bi darê zorê ya ku li bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî û rewşa koçberan li kampan, hat pêşandan.   Endama Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Weid El Wecrî mijara yekemîn şîrove kir û got: "Koçerî ew e ku bi darê zorê kes ji herêma xwe were biderxistin û li cihekî din bimîne. Her wiha koçberî şêweykî ji şêweyên guhartina civakî û demografî ye."   Dewleta Sûriyeyê, di aliyê koçberiya hundirîn de li ser asta cîhanê, piştî Kongoyê, ya duyemîn e.   Weid El Wecrî wiha domand: "Her wiha ji sedemên koçberiyê kareset û krîza hewayê ye. Di dîrokê de mirov ji bo peydakirina xwarinê yan xweparastina ji gelek karesetên xwezayî koçber bûne."   Der barê cudahiya navbera penaberî û koçberiyê de Weid El Wecrî diyar kir ku koçber, ew kesên ku neçar dibin ji malên xwe derkevin lê ew ji welatê xwe derneketine. Lê penaber, ew kesên ku neçar dibin ji ber zordestiya siyasî, tundiyê yan jî metirsiyekê li dijî jiyana wan an jî azadiya wan, ji welatê xwe derkevin.   Beşdaran jî li ser mijarê nîqaş kir û got ji sedemên dihêlin koçberî û penaberî çêbe ji ber tirsa li ser jiyana wan, mal û milkên wan e."   Her wiha beşdaran anî ziman ku penaberî û koçberiya bi darê zorê mijarekî pir bi êş e û xwedî bandorên mezin e. Şer û karesat dihêlin ferd koçber û penaber bibin. Mîna çêbûna volkan û erdhejan. Aliyên derûnî û debarê ji bo koçberan xwedî bandoreke mezin e.   Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Erîfe Bekir mijara duyemîn şîrove kir û wiha axivî: "Jin di şer, krîz û karesetên xwezayî de rastî gelek zehmetî û êşan tên. Jinan di dirêjahiya krîza Sûriyeyê de ku hîna dewam dike, her wiha alozî, koçberiya komî û wêrankirina binesaziyan ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ve,zehmetiyên mezin kişandin û dikişînin."   Erîfe Bekir diyar kir ku sûcên êşkencekirin, revandin, şewitandina daran, guhartina demografîk, bicihkirina malbatên komên çekdar û çeteyên DAIŞˋê li şûna welatiyên resen banorên neyênî li ser jiyana jinan ji tevahî aliyên tenduristî, derûnî û fîzîkî kirin.   Erîfe Bekir wiha domand: "Ev jî dibe sedema windabûna jinan, dûrketina wan ji çand û adetan û çêbûna hestên tenêtî û lewaziyê ku di encamê de digihîje asta xwekuştinê."   Erîfe Bekir da zanîn ku hejmara koçberên hundirîn li Sûriyeyê 6.8 mîlyon e, ew di hezar û 293 kampan de dimînin, ji wan 282 kampên bêserûber in ku tu alîkariyên mirovî yên neteweyî nagihîjin wan.   Erîfe Bekir da zanîn ku koçberên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ji koçberên ku di 17 kampên mezin de hatine bicihkirin 51 hezar û 88 jin hene.   Di dawiya panelê de encamname ji aliyê endama Komîteya Kampan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Sumeye Salih ve hat xwendin:   * Girîngîdayîna rewşa jinên koçber.   * Avakirina komîteyekê ji bo şopandina kar û bar, mal û milkên koçberan.   *Teqezkirina rola rêxistinên mirovî û hiqûqî.   * Girîngîdayîna rewşa koçberan û pêşxistina rewşa wan.   * Şopandina binpêkirin û sûcên tundiyê yên li ser jinan, belgekirina wan û pêşkêşkirina wan ji aliyên berpirs re.   *Avakirina komîteyekê ji bo şopandina rewşa koçberan û peydakirina pêdiviyên wan.   *Hevgirtina hemû gel û pêkhateyan ji bo rizgarkirina deverên dagirkirî.   *Bang li hemû aliyên navneteweyî û rêxistinên mirovî bê kirin ku alîkariyê pêşkêşî koçberan bikin, bi taybetî ji jin û zarokan.   *Divê civaka koçber tev li wan bûne were hişyarkirin ku koçberan bihewînin, zext û pirsgirêkên wan di ber çavan re bigirin.   *Teqezkirina rola ragihandinê di balkişandina ser binpêkirinên li dijî jin û zarokan di kampan de.   *Nirxandina xebata komele, rêxistinan û diyarkirina berpirsiyariya wan li hemberî koçberan û civakê.