Li Şengalê xebatên 25'ê Mijdarê didomin 2024-11-11 10:48:54   ŞENGAL - Li Şengalê TAJÊ xebatên xwe yên 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Li dijî şîdeta li ser jinan, Jin Jiyan Azadî" didomînin. Jinên ku tevlî xebatan dibin gotin: "Jin dikarin li ber xwe bidin û ji ber ku hêza jinê heye û dikare li dijî zilm û zordariyê derkeve."    Di 5’ê Mijdarê de ji bo roja 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kampanya bi dirûşmeya "Li dijî şîdeta li ser jinan, Jin Jiyan Azadî" ragihandibû. Di vê çarçoveyê de wê çalakiyên TAJÊ’ê yên curbicûr heya 25’ê Mijdarê dewam bikin.   Di çarçoveya bernameyên çalakiyan de rojên borî li navenda Şengalê û nahiya Sinûnê, liser girîngiya rojê û danasîna, kar û xebatên TAJÊ’ê belavok li nava bajar hatin belavkirin. Jinên ku tevlî xebatên bûn ji ajansa me JINNES'ê re axivîn.    Endama TAJÊ Nurê Şengalî, bal kişand ser xebatên 25’ê Mijdarê û got: “Her sal em vê xebatê pêk tînin. Em belavokên xwe li her derê belavdikin. Di belavokên me de mijarên ku jin dê sûdê bigirin hene. Ji bo perwerde û perwerdekirina zarokan mijarên girîng di belavokên me de hene. Em hewl didin ku jin mafê xwe bizanin. Armanca me ya sereke jî jî bila êdî zilm û zordariyê qebûl neke, bindestiyê qebûl neke. Bi taybetî em dixwazin fikrên Rêber Apol li her derê belav bikin û her kes jê feydeyê bigire."   Endama TAJÊ Henîfe Celal jî di nav xebatan de cih digire û wiha bal kişand ser kar û barê TAJÊ yên 25'ê Mijdarê: "Zilm û zorî li jinan tê kirin. Bi taybetî jî jinên êzidî gelek bi zilm û zordariyê rûbirû man. Jin xwe dişewitînin, xwe dikujin û bi her cure zilmê re jî rû bi rû dimînin. Bi teybetî jî zilam gelekî zilmê li jinan dike. Em dixwazin li dijî vê yekê derkevin û pêşiya vê bigirin. Mafê jinan jî heye û dikarin li ber xwe bidin jî. Ez bang li jinan dikim ku bila rabin ser piyan û ji bo mafê xwe li ber xwe bidin. Tu ferk di navbera jin û mêran de nîne. Jin jî dikarin li ber xwe bidin, ji ber ku hêza jinê jî heye."