ROJEVA 12'YÊ MIJDARA 2024'AN 2024-11-12 09:00:00     * Şengal piştî berxwedaneke dîrokî ya 11 mehan gihaşt rizgariya xwe. Endama Koordînasyona TAJÊ Zozan Simo ku şahîdî ji rizgarkirina Şengalê re kir got: "Şengal bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat rizgarkirin." BI DÎMEN    * Di nav 30 salan de ji ber helwesta malbata Barzanî, hikûmet û PDK'ê, başûrê Kurdistanê bûye goristana jinan. Tundî, destdirêjî û qetilkirina jinan didome. Kiryar jî ji hêla desthilatdariyê ve tên parastin. BI DÎMEN   *Ji Platforma KBG'ê Selîn Top, têkildarî tifaqa jinan a ku roj bi roj hewl tê dayîn bê mezinkirin û têkoşîna wan, diyar kir ku dirûşma "Jin jiyan azadî" qada hevpar a têkoşîna jinê ye û got, "Li dijî bêcezakirin û tundiya tê pêşxistin têkoşîna me hevpar e. Di 25'ê Mijdarê de jin dê dîsa daxwazên xwe yên wekhevî û azadiyê biqîri." DÎMEN HEYE    *Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan, ji bo mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û diyar kir ku di pêvajoya nû de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mîlyonek kartpostal ji Sekreterê Giştî yê Konseyê ya Ewropayê re tê şandin. DÎMEN HEYE    *Li gundê Qerewêrî bi ahenga çemê diherike û bi dengê çûkên ku ji demsala payizê re dixwînin, coşek di dilê mirov de dide der.  DÎMEN HEYE    *Jinên ku ji bo tevlibûna mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" kirin, diyar kirin ku mîtîng tenê ne li dijî xespkirina îradeyê ye, di heman de mê de li dijî polîtîkayên tecrîd û qirkirina jinê ye.  DÎMEN HEYE