‘Banga tevlibûna mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' hat kirin 2024-11-12 10:05:10   ÊLIH - Jinên ku ji bo tevlibûna mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" kirin, diyar kirin ku mîtîng tenê ne li dijî xespkirina îradeyê ye, di heman de mê de li dijî polîtîkayên tecrîd û qirkirina jinê ye.    Platforma Saziyên Demokratîk, têkildarî "Mîtînga Demokrasî û Azadiyê" ya ku wê di 17'ê Mijdarê de li Êlihê bê lidarxistin duh li Sendîkaya Petrol Îşê daxuyanî da. Mîtînga ku hem ji Tirkiyeyê hem jî ji çar aliyê Kurdistanê hemwelatî wê tevli bibin, wê li Xaçerêya Basînê bê lidarxistin. Di nav armancên mîtîngê de qeyûmên tayînî şaredariyan û polîtîkayên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hene.   'Em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê bibin deng'   Endama Meclisa Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HDP) Sema Koç, diyar kir ku ji 1'ê Cotmehê û vir ve di siyasetê, li Meclîs û platformên  cuda de nîqaş tên kirin û got, "Bi vê daxuyaniyê re me tekez kir ku Di van nîqaşan de muxatabê rastî Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê ye. Wê ji gelek bajaran gel beşdarî vê mîtîngê bibin. Di heman demê de em ê tax bi tax, kolan bi kuçe amadekariyên mîtîngê bidomînin. Em bawerin wê rojê wê gelê me daxwazên xwe yên aştî û çareseriyê bîne ziman. Em li Êlihê ne; Em li cihekî ku qeyûm hatine tayînkirin û îradeya gel tê paşguhkirin in; Em li bajarekî ne ku hevşaredarên me yên hilbijartî ji kar hatin dûrxistin. Em difikirin ku divê êdî gelê Kurd li dijî vê polîtîkaya qeyûm derkeve û divê hikûmeta AKP-MHP’ê rêzê li vîna gelê Kurd bigire. 3 caran qeyûm hat tayînkirin, çareserî çênebû û dê nebe jî. Di vê mîtîngê de em ê hem li dijî desteserkirina qeyûman û hem jî li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li Tirkiyeyê bang bikin. Ji bo azadiya Birêz Ocalan em ê vê têkoşînê bidomînin. Em tayînkirina qeyûman ji bo kesên hilbijartî yên gelê Kurd qebûl nakin; Em vê desteserkirina vîna gelê xwe qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Ji 7 heta 70’î bang li her kesî hat kirin ku tevli mîtîngê bibin   Sema Koç ji 7 salî heta 70 salî herkes vexwend mîtînga 17’ê Mijdarê û got, “Em hemû kes, jin, ciwan û kesên hestiyar ên li ser navê aştî û azadiyê xwedî gotin vedixwînin mîtîngê. Em her kesî vedixwînin mîtîngê ji bo aştiyî pêk were, tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û qadên jiyanê yên azad bên afirandin."    'Mijara sereke ya mîtîngê tecrîd e'   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ruken Zeryam Işik jî diyar kir ku mîtînga 17’ê Mijdarê ji bo wan gelekî girîng e û ev demeke dirêj e li Êlihê berxwedan didome û got, “Ev berxwedan tê meşandin. li dijî qeyûm û desteserkirina îradeyê ye. Ji bo şaredariya me cara sêyemîn qeyûm hat tayînkirin. Di nava saetekê de tên û van destpkeftinên ku me bi têkoşînê bi dest xistine desteser dikin, îradeya gel paşguh dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Girîngiya mîtînga ku em ê li dar bixin ne tenê ji bo qeyûma ye; Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên civakan tune dike, li dijî qetlîamên jinan, fuhuş û tiryakê ye jî. Lê mijra sereke tecrîd e. Heta tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin ev şer bi dawî nabe; Tecrîd bingeha şerê taybet e."   'Werin em li mîtîngê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin'   Rûken Zeryam Işik, bi taybetî jin û ciwan, hemû gelê Êlihê vexwend mîtînga 17’ê Mijdarê ya li Kolana Gulîstanê û got, “Em bi hev re vê tecrîdê bişkînin û hemû destkeftiyên ku bi keda xwe bi dest xistine biparêzin. Werin em ji bo civakek azad û wekhev werin cem hev."