Kongra Star piştgirî da banga KJAR'ê 2024-11-12 11:03:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kongra Star a Rojava piştgirî da banga KJAR'ê ya li hemberî cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Muradî û ev peyam da "Ji şoreşa Rojava ber bi serhildana Şoreşa Keziyan ve em ê rê nedin rejîma desthilatdar a Îranê bigihêje armanca xwe. Ji bo wê em ê her di nava çalakî û têkoşînê de bin."   Dadgeha Şoreşa Tehranê ya dewleta Îranê 10'ê Mijdara îsal bi tometa "Endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê" cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî. Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bang li çalakvan, têkoşer û jinan  kir ku "Ji bo Werîşe Mûradî rabin ser piyan û rê nedin rejîma Îranê bigihe armanca xwe".   Di vê çarçoveyê de Meclisa Kongra Star a Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand.   Meclisa Kongra Star a cezayê darvekirinê yê ser Werîşe Muradî hatiye birîn bi tundî şermezar kir piştgirî da banga KJAR'ê. Kongra Star bal kişand ser tometa ku Werîşe Muradî pê hatiye dadgehekirin û  diyar kir ku "Ev ceza asta dijminahî û tirsa wê ya li hemberî jinên azad, pêşketî, serhildêr û berxwedêr dide xuyakirin, dîsa jî dide xuyakirin ku rejîma çawa ketiye nava qeyraneke mezin û ji bo wê jî bi tedbîrên hiqûqa dewletparêziyê ve dixwaze xwe ewle bikin û êrişî jinan dike. "   Di daxuyaniyê de serhildana Jinan a bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hat bibîrxistin û hate gotin "Çirûska agirê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî her ku diçe gûrtir dibe. Wek jinek pêşeng û azad di şexsê Werîşe Mûradî de bi hezaran jin bi vê çirûskê ve agirê serhildan û berxwedanê xwe digihînin şiara jin, jiyan, azad û armanca şoreşa jinê berfirehtir dikin."   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Muradî hatiye birîn polîtîkayên rejîma Îranê yên tunekirin û qirkirina  jinan îfade dike û wiha hat gotin: " Em vê biryarê dijmirovî, dij exlaqî û dij civakî dibînin û bi tu awayî qebûl nakin, ji bo wê jî hemû jinên azad, demokratîk û berxwedêr ên cihanê wê bibin dengê Werîşe Mûradî. Em weke Meclisa Kongra Star vê biryarê şermezar dikin. Ji şoreşa Rojava ber bi serhildana Şoreşa Keziyan ve em ê rê nedin rejîma desthilatdar a Îranê bigihêje armanca xwe. Ji bo wê em ê her di nava çalakî û têkoşînê de bin."