Eleqeyek mezin ji bo qursên kurdî heye 2024-11-13 11:40:23   AMED - Ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî qursên kurdî yên li malên alîkariyê ya perwerdehiyê yên girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ku vekirine didin.   Ciwên li Mala Alîkariya perwerdehiyê ya Firat 1, Mala Alîkariya perwerdehiyê ya Alî Emîrî û Aqademiya Zanînê ku girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ne, eleqeyeke mezin nîşanî qursên kurdî dan. 240 xwendekaran serî li qursên ji bo ciwanên di navbera 8-14 salî de li sê malên piştgiriya perwerdehiyê tên dayîn, kirin.    Ji ber eleqeya zêde hat diyarkirin di hefteyê de 2 saetên tên dayîn ji bo qursên kurdî li her maleke piştgiriya perwerdehiyê, dê him hejmar û him jî saetên qursan bêne zêdekirin.