Li Îranê li dijî darvekirinê greva birçîbûnê 2024-11-13 13:19:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Dastgerd a li bajarê Îsfahan a Îranê, tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî darvekirinê bûn.   Di çarçoveya kampanya 'Na ji darvekirinê re' ya meha Sibatê li 25 girtîgehên Îranê hate destpêkirin, her Sêşemê çalakiya greva birçîbûnê tê kirin. Girtiyên kurd, belûc û ereb ên siyasî li dijî cezayê darvekirinê helwestê nîşan didin.   Li Îranê di sala 2023'yan de 853 kes hatin darvekirin. Piştî serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' rêjeya cezayê darvekirinê yê li Îranê ji sedî 48 zêde bû.