ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2024'AN 2024-11-14 09:00:00     *Psîkolog Esra Kahraman, diyar kir ku tundî li her qadê bi taybetî fîzîkî, civakî, hestyarî, zayendî û aborî li her qadê tê meşandin û destnîşan kir ku çareserî têkoşîna hevpar a jinan û xweparastinê ye. Esra got, "Ji bo afirandina cîhaneke bê şîdet, pêwîst e jin li ser xalên hevpar hev bibînin." DÎMEN HEYE / DOSYA    * Femînîsta serbixwe Hulya Osmanağaoglu bal kişand ser girîngiya hevgirtina di navbera Tevgera Jinên Kurd û femînîst de, diyar kir ku divê weke Tevgera Jinên Kurd, femînîst, hemû tevgerên jin û sosyalîst li dijî tundî û polîtîkayên şer ên AKP-MHP'ê têkoşîneke hevpar were birêxistinkirin.   BI DÎMEN    *Sultan Acar a ku dema li ber şaredariyê ji bo qeyûm tayînî şaredariyê bû bi tundiya polîsan rû bi rû ma got ku ew kaş kirin û binçav kirin. Sultan Acar destnîşan kir ku li gel hemû zextan jî wê berxwedan bidome û serî netewînin.  BI DÎMEN