Ş.A ya 14 salî hat zewicandin: Min tu car serî netewand 2024-11-20 09:04:03     Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Ş.A ya bi salan ji aliyê ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî ve tundî dît, ji mala ku lê tundî lê hat kirin derket û jiyanek nû ava kir. Ş.A çîroka xwe vegot.   Ş.A ya 14 salî hat zewicandin bi salan ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî ve tundî dît. Ş.A ne tenê ji aliyê hevjîn ve ji aliyê kesên din yên malbatê jî tundî dît. Gelek caran hewl da întîxar bike.Ş.A ji bo ji tundiyê xilas bibe çar zarokên xwe girt cem xwe û çû Îzmîrê. Li Îzmîrê tevî biryara parastinê, mêrê pê re zewicandî çû ber derî û tehdîd kir. Ş. A hîna xwe ewle hîs nake.    Doza berdanê ya 6 sale vekiriye hîna idome. Ş.A tiştên jiyaye ji ajansa me re vegot.   Temenê biçûk de hat zewicandin   Ş.A got bi darê zorî hatiye zewicandin û temenê biçûk de barê giran li ser wê hatiye barkirin û got: “Ez 14 salî bûm zewicim. Her cureyê tundiyê hebû. Bi salan li Amedê jiyam. Zarokatiya min ji dest min hat girtin. Bavê min biryara zewaca min da. Lê dayika min dikaribû piştgirî bida min. Ez wek xizmetkar dihatim dîtin. Bi salan wisa jiyam.”   ‘Min hewl da întîxar bikim’   Ş.A, da zanîn ku ji ber van zextan gelek carî hewl daye ku dawî li jiyana xwe bîne û wiha domand: “Piştî hewldanên întîxarê jî tundî li min dikir. Ez 15 salî bûm. Tundî li min kir û zarokê xwe yê biçûk re şandim mala bavê min. Zarokên min ji min girtin û şandin. Piştre ez vegeriyam malê. Zarokê min êdî ez nas nedikirim. Gelek caran ez şandim mala bavê min lê dîsa ez şûnde vegerandim. Herî dawî min ev rê tercîh kir. Bi çar zarokên xwe re derketim. Em bi cilên xwe derketin. Piştî hatim Îzmîrê ji ber zextên derdorê malbatê got şûnde vegere. Lê ez venegeriyam. Malbatê ez red kirim. Sê çar salan kes bi min re neaxivî. Tehdîd û heqeret hatin kirin.”   Serî li ÎHD’ê da   Ş.A, destnîşan kir ku tenê bazinek wê hebû, firot doza hevberdanê vekir û ev tişt bi lêv kir: “Min xanî kirê kir. Tu tiştekî min tunebû. Tenê xaliyek, du doşek û pîke hebû. Şevekê ji sermana xewa me nehat. Ez çûm min serî li ÎHD’ê da. Du roj şunde Eren Keskîn hat gel min. Piştgirî dan min. Doza destberdanê 6 sale didome. Tevî hemû raporên derbkirinê, delîlên din doz bi encam nebû. Dema mêr bixwazin doza hevberdanê hema dibe. Lê jin bixwaze ev nabe. Ev 6 sale ez têdikoşim. Ez dixebitim. Li zarokên xwe dinêrim. Lê hîna tehîdan dike.”   ‘Ez xwe ewle hîs nakim’   Ş.A daxuyakirin ku ew xwe ewlehiyê de hîs nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevjînê min çend caran rêya min girt. Digot em li hev bên. Carekê bi mezinên malbatê re hatin mala min. Zexta psîkolojîk kirin. Ez kirim odeyekê. Zarokên min bi bavê wan re şandin derve. Min got velayeta zarokan bi min re ye. Min got ez diçim polîs, zarok hiştin û çûn. Tevî hemû zor û zehmetiyan min têkoşîna xwe meşand.”   ‘Ez ê têkoşîna xwe bidomînim’   Ş.A bi lêv kir ku her roj jin tên qetilkirin û wiha dawî lê anî: “Belkî ez bi şans bûm. Ew ji wir xilas bûm. Ez ne poşman im. Li gorî min jin pir xurt in. Jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Ez bi ser ketim. Min dest ji têkoşîna xwe berneda. Bi salane têdikoşim.”