Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (21) 2024-11-21 09:06:23   Fatîma Etîmadî ya Efgan:Giraniya jinbûnê cuda ye   Melek Avci   ENQERE - Aktîvîsta Efgan Fatîma Etîmatî da zanîn ku îro ne tenê li Efganîstan, Îran, Pakîstan, Kurdistan û Afrîkayê li her derê jin bi tundiyê re tên rû hev û got di vir de giraniya jinbûnê pir cuda ye.   Barê têkoşîna jinan ji bo hemû jinan pir giran e. Jina ku pergala serdest a mêr a kapîtalîst dora wê girtiye, li her derê cîhanê hedefa tundiyê ye. Aktîvîsta Efgan Fatîma Etîmadî der barê rewşa jinên li Afganîstanê de axivî.   Recm, destdirêjî, cînayet û her wekî din…   Fatîma Etîmatî got li Efganîstanê jin li dijî rêveberiya Talîban û teşeyên tundiyê têdikoşin û wiha domand: “Her cureyê tundiyê li jinan tê kirin. Tundiya zayendî, destdirêjî, cînayet, recm, tundiya nav malbatê, tundiya siyasî, civakî, çandî û her wekî din. Li vir du ruyên mafê mirovan hene. Yên ji bo mafê mirovan têdikoşin tên girtin, tehdîdkirin, cezakirin, surgunkirin û destdirêjî tundî lê tên kirin. Li vir giraniya jinbûnê pir cuda ye.”   Piştî 15’ê Tebaxa 2021’ê tundî zêde bû     Fatîma Etîmatî bal kişand ser desthilatdariya Talîban û wiha vegot: “Ji 2001’ê heta 2021’ê li Efganîstanê jinan di sektorên girîng de cih girtin û mezin bûn. Di van 10 salan de der barê jinan de gelek pêşketin çêbûn. Komîsyona Mafê Mirovan a Wezareta Karê Jinan hebû. Piştgirî dida jinan. Jin ji tundiyê diparast. Lê ji 15’ê Tebaxa 2021’ê şûnde mekanîzma hatin rakirin. Jin ji her qadê hatin dûrxistin.”   ‘Bedelên mezin hatin dayîn   Fatîma Etîmatî wiha dirêjî dayê: “Yên li dijî tundiyê serî hil didin tên astengkirin. Tundî lê tên kirin. Nahêlin yek semînereke hişmendiyê bê lidarxistin. Jin hatin hepskirin. Îsal bedelek mezin hat dayîn. Di vê 25’ê Mijdarê de ez ê piştgiriyê bidim jinên sporît û têkoşîna xwe bimeşînin. Fabrîqeyek min a cil û bergan hebû. Talîban girt. Lê em bi jinan re li malên bi ewle xebatên xwe didomînin. Li her derê cîhanê li hember jinan tundî heye.  Îro ne tenê li Efganîstan, Îran, Pakîstan, Kurdistan û Afrîkayê li her derê jin bi tundiyê re tên rû hev û di vir de giraniya jinbûnê pir cuda ye. Divê em piştevaniyê pir xurt îfade bikin.”   ‘Divê em yekitiyê îlan bikin’   Fatîma Etîmatî di dawiya axaftina xwe de bersiva pirsa me ya ‘ev sedsal sedsala jinê ye?’ da û got: “Hîna wisa nîne. Ji ber li dijî zextan sê şoreşên biçûk çêbûn. Ev şoreş li Efganîstan, Îran û Kurdistanê çêbûn. Dema mirov bêjin ev sedsal sedsala jinê ye divê li her çar alî cîhanê tevgereke yekbûyî hebe. Divê em li ber çavan bê girtin û jin bi hev re tev bigerin û yekîtiyê îlan bikin.”   Sibehê: Jinên rolên wan hatine dizîn wekî pêşengiyên tevgerên şoreşê li ser dikê ne