Bi hezaran kes li dij tecrîdê meşiyan 2024-11-21 14:39:46       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran şêniyên li kantona Firatê li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ragihandin ku desthilata Tirk hevdîtina bi  Abdullah Ocalan re heta 6 mehên din qedexe kirin. Parêzeran destnîşan kir ku ew biryarê napejirînin û dê daxwaznameyekê ji dadgeha destûrî ya bilind re li dijî vê biryarê pêşkêş bike.   Bi hezaran şêniyên li kantona Firatê li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Abdullah Ocalan ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê heta Qada Şehîd Egîd meşiyan.   'Têkoşîna wî li Kurdistanê roj bi roj mezintir dibe'   Şênî ku li kolanên bajarê Kobanê meşiyan li Qada Şehîd Egîd mîtîngeke li dar xist. Di mîtîngê de endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Firatê Salih Nûh axivî û got: "Dewleta Tirk bi rêya lîstokan dixwaze dîrokê dubare bike. Lê bila baş bizane ku sîwana mezin a gelê Kurdistanê û pêkhateyên wê diparêze, Serok Abdullah Ocalan û ramanên wî yên ronak e."   Salih Nûh wiha domand: "Gelê me vê zulmê qebûl nake. Dewleta Tirk ji 26 salan ve Rêber Abdullah Ocalan dîl girtiye û tecrîdeke giran lê ferz dike. Em vê rewşê qebûl nakin. Êdî gelê Kurd hişyar e. Têkoşîna wî li Kurdistanê roj bi roj mezintir dibe. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest nexin, gelê me ranaweste."   Mîtîng bi dûrişmeya "Bê Serok jiyan nabe bi dawî bû".