Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê 2024-11-21 19:46:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên 25'ê Mijdarê de balkişandin ser bandorên tundiya li ser jinan û  hat diyar kirin ku divê civak li dijî tundiyê xebatên xwe zêde bike.   Di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin.   Heleb   Li Helebê bi dirûşma "Kuştina jinan rawestînin" Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Xwendekarên Welatparêz çalakî li dar xistin.Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê endama tevgerê Eyne Îbiş ve li dibistana Selahedîn a taxa Eşrefiyê ya Helebê hat xwendin. Di daxuyaniyê de teqezî bi girîngiya bidawîkirina tundiya li ser jinan û bilindkirina asta têkoşînê ji bo xurtkirina rola jinan, bi taybetî di qada siyasî de, hat dayîn.   Qamişlo   Li bajarê Qamişlo Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk li pêşiya navenda xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku li hemberî tundiyê serî hildin. Her wiha banga zêdekirina asta hevkariyê bi saziyên têkildar re û pêşxistina civakê di aliyê çandî, civakî û aborî de hat kirin. Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mafên jinan pêwistiyeke mirovî ye û bêyî ku ew werin parastin, aştiya civakî pêk nayê.   Minbic   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê ji çerxerêya Jinan a rojhilatê bajêr de meşek li dar xist. Di meşê de belavokên hişyariyê der barê vê rojê de li beşdaran hatin belavkirin û li dîwarên qadên sereke hatin pêxistin.   Reqa   Desteya Tenduristiyê ya kantona Reqayê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerek li ser tundiyê da. Di semînerê de endamên Yekitiya Dermansazan, Desteya Tenduristiyê, bijîşk û hemşîreyên Nexweşxaneya Wetenî beşdar bûn.   Di semînerê de endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Esînat Dêrîn li ser tundiya li ser jinan axivî û cûreyên wê pênase kirin. Esînat Dêrîn diyar kir ku bi saya berxwedana jinan gelên herêmê gihîştine vê astê ku hişmendiya baviksalariyê guhartine û civakeke azad û demokratîk ava dikin.   Di dawiya semînerê de bang li tevahî jinan hat kirin ku xwe bi rêxistin bikin û doza mafên xwe bikin.   Tebqa   Li kantona Tebqayê 22 mêrên ku tev li perwerdeya şehîd Ezîz Ereb a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya de beşdar bûbûn, perwerde bi dawî kirin.   Di serî de şêwirmenda Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê Roza Erfîn li ser armancên perwerdeyê û naveroka wê axivî.Piştre beşdarên ku perwerde bi dawî kirine bang kir ku divê perwerdeyên wiha li komîn û meclisan jî werin dayîn û zêdekirin. Piştre endamên meclisê ji pêşiya navendê bi rê ketin û li kolanên bajêr belavokên pênasekirina tundiya li ser jinan, belav kirin.