24'ê Mijdara 2019'an: Xelata wêrekiyê dan JINNEWSÊ 2024-11-24 09:03:34    Ajansa me hêjayî Xelata Rojnameger Marîa Grazîa Cutulî ya Afganistanî ku ji aliyê El Kaîdeyê ve hat qetilkirin hat dîtin. Xelat li ser navê ajansê di 24'ê Mijdara 2019'an de ji aliyê Mudura me ya Karên Nivîsê Safiye Alagaş ve hat girtin.   Hin bûyerên din ên girîng ku di vê rojê de qewimîne wiha ne:   1961: Nivîskara Hîndu, Suzanna Arundhatî Roy a bi dijberiya xwe ya li dijî şer tê naskirin ji dayik bû.   1976: Li Wanê erdheja bi pîleya 7.5 ku navenda wê navçeya Bêgirê bû pêk hat û di encamê de 3 hezar û 840 kesî jiyana xwe ji dest da.   2015: Li ser qedexekirina perestgehek li Hindistanê ya li jinên di navbera 10 û 50 salî de jinan li ser medyaya dîjîtal bi hashtaga #happytobleed (#kanamaktan mutluyum), kampanya dan destpêkirin.    2017: Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê Yekîneyên Jinên Ciwan ên girêdayî Yeknîneyên Parastina Jinê, navenda xwe ya nû vekirin.   2019: Li Navçeya Sûrê ya Amedê Komeleya Zarok li Her Derê ne hat vekirin.    2019: Li Şîliyê ya Başûrê Emerîkayê di 23'yê Cotmehê de, hunermenda kolanan Danîela Carrasco, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin piştre hat îşkencekirin, tecawizkirin û hat qetilkirin.