Li Şengalê li dijî tundiyê semîner 2024-11-24 14:28:20         NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jin û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li ser Jinê re, ji bo ciwanan, endamên asayîşa Êzidxanê û mêran semîner û perwerde dan. Di semîneran de nîqaşên li ser cûreyên tundiyê û têkoşîna bi çanda tundiyê re hatin nîqaşkirin.   Çalakiyên TAJÊ û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê yên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi şîdeta li ser Jinê re dewam dikin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji salên din cûdatir îsal girîngî dan hişyarîkirin û perwerdekirina mêran derbarê tundiya li ser jinê de. Di vê çarçoveyê de li Sinûnê semîner ji bo Endamên Asayîşa Êzidxanê, li Dîgûrê ji bo mêran perwerdeyeke du rojî, li Duhlayê jî ji bo giştî ciwanan semîner hate dayîn. Di van semîneran de têkoşîna bi çanda tundiyê ya mêr û dewletê re derkete pêş. Her wiha cûreyên tundiyê yên di malê û civakê de jî hatin destgirtin.   Berdevka TAJÊ Riham Hico li Sinûnê li navenda Asayîşa Êzidxanê semînerek ji bo endamên asayîşê da. Riham Hico di semînerê de bi taybet îşaret bi rola asayîşa ya bi têkoşîna şîdeta nava malê û civakê re kir û got: “Me bi boneya 25’ê Mijdarê pêngavek ragihand. Ew jî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî, emê dawî li tundiyê bînin’ bû. Li Rojhilata Navîn şerekî dijwar heye û hemû beşên civakê jê bandor dibin, lê ya herî jê bandor dibe jin in. Her diçe êrişên li ser jinan tên meşandin dijwartir dibin. Ji ber yê herî zêde serî li ber desthilatdaran natewîne û berxwedana xwe jî mezin dike, jin in.”   Riham Hico dazanîn, li Şengalê jî rêjeya ji hev cûdabûnê ya ciwanan gelekî zêdeye û têkildarî mijarê wiha axivî: “Di civaka me de wek avekî vexwin, ‘jinek anîn û yek berdan’ heye.  Hun weke asayiş jî û em jî weke tevgera jin jî rastî van bûyeran tên û pêre têkoşînê dikin.”   Li Dîgûrê jî perwerdeyeke dû rojî ji bo hemû mêrên di nava sazî û meclîsên Rêveberiya Xweser a Şengalê de ya li aliyê Qibletê hate dayîn. Perwerde ji aliyê Endama Meclîsa TAJÊ ya Dîgûrê Semîra Şengalî ve hate dayîn. Semîra Şengalî diyar kir, ew bi boneya 25’ê Mijdarê dixwazin mêran têkildarî tundiya li ser jinê, mafên wê û têkoşîna bi tundiyê re agahdar û perwerde bikin. Mêr jî di dema perwerdeyê de rabûn, fikrên xwe parvekirin û nîqaş hate meşandin.   Li Duhlayê jî Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi heman mebestê ji bo ciwanan civînek çêkirin û ciwan jî fikrê xwe xwe yê derbarê rojê de, tundiya li ser jinên û hwd de anîn ziman.   Çalakiyên TAJÊ û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi şeklên cûda dewam dikin.