ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2024'AN 2024-11-25 09:00:00     * Bi wesîleya 25’ê Mijdarê li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me, di 10 mehan de 316 jin hatine qetilkirin, 170’ê jinî bi guman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ    *Ayşe Mînaz ku ji bo hevşaredariya dema berê ya Tuşbayê hat hilbijartin lê ji ber mazbata nedabûn HDP’ê, hevşaredartiya xwe nekir wiha got: “Qeyûm ji polîtîkayên şerê taybet re zemînê ava dikin. Li aliyekî destê aştiyê tê dirêjkirin li aliyê din jî qeyûm tên tayînkirin. Di vir de nakokiyek mezin heye.” DÎMEN HEYE    *Parêzer Elîf Musluoglu da zanîn ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundî zêde bûye û got divê qanûna 6284 ya di meriyetê de ye bê parastin.