Li Reqeyê malbatek hat qetilkirin 2024-11-25 14:56:11        NAVENDA NÛÇEYAN -Li taxa Rimêla ya bajarê Reqayê jinek, hevjînê xwe û zaroka xwe hatin qetilkirin.   Şêniyên Reqayê vê sibehê jinek, hevjînê wê  û zaroka wan a yeksalî kuştî li mala wan a li taxa Rimêlayê dîtin. Li gorî agahiyên şêniyan her sê kes bi kêran hatine qetilkirin.   Jina hatiye qetilkirin mamoste ye û hevjînê wê bi navê Munaf El Kenas karmendekî Desteya Diravî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.   Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê qetilkirina her sê kesan de lêkolîn dan destpêkirin.