Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin 2024-11-26 08:15:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Seroka MKG’ê Roza Metîna û Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li 19 bajaran bi awayekî hemwext bi ser malan de hatiye girtin. Hat ragihandin ku ji bo 50 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayin. Hat hînbûn ku di dosyayê de derbarê lêpirsînê de biryara astengkirinê hatiye dayîn.    Amed    Polîsan bi ser malên Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û mamosteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) de girtin. Her wiha di serdegirtinên malan ên li Amedê de helbestvan Hîcrî Îzgoren, nivîskar Omer Barasî û karîkaturîst Dogan Guzel jî hatin binçavkirin.    Mêrdîn    Di serdegirtinên malan ên li navçeya Artuklu ya Mêrdînê de Mehmet Şîmdî (40), Mehmet Şîmdî (22), Mehmet Nûr Şîmdî (22), Medîne Şîmdî (20) û Ronî Şîmdî (17) hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Hat zanîn ku kesên behsa xeberê bi hinceta tevlibûna protestoyên li dijî qeyûm hatine binçavkirin.    Êlih    Li Êlihê jî di serdagirtina malan de rojnameger Mehmet Ucar hat binçavkirin.    Şirnex    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.    Stenbol    Li Stenbolê di saetên sibê de polîsan bi ser gelek navnîşanan de girt. Di serdegirtina malan de Erdogan Alayumat, Hamza Kagan, Bîlge Aksu, Ahmet Sûmbûl, Ardin Dîren û endamê Komeleya Mafên Mirovan Nîmet Tanrikûlû hatin binçavkirin. Her wiha hat hînbûn ku di serdegirtina mala rojnameger Gulcan Derelî de jî ew ne li malê bû ye.   Riha    Li Rihayê di serdegirtina malan de 2 welatiyên bi navê Kubilay Yıldız û Ayfer Haykır hatin binçavkirin.    Dêrsim   Li Dêrsimê jî danê sibehê di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku di serdegirtinê de welatiyên bi navê Enes Boran, Şiyar Ataş, Velî Akyol û Aynur Can ên nûnerên kargeha Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetê (SES) hatin binçavkirin.   Mêrsîn   Di serdegirtinên malan ên li navçeya Tarsus a Mêrsînê de welatiyên bi navên Muhammet Ayten, Mehmet Can Kiziltaş, Tamer Aslan, Nûjiyan Ezer, Mehdiye Çîçekdag, Îlhan Bal, Bîlal Sakmak, Gulistan Otlaş û Berfîn Hacer Çîçekdag hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Tarsusê.    Di serdegirtinên malan ên li navçeya Akdenîzê de jî Serokê Şaxa DÎSK’ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy hatin binçavkirin.    Edene   Li Edeneyê jî parêzer Şîar Rîşvanoglû hate binçavkirin.    Çanakkale    Di serdegirtinên malan ên li Çanakkaleyê de 11 ciwan û Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Gokçeadayê Bedîrhan Şeker û rêveberê partiyê Savaş Saribulak hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.