Ji TJK-E’yê Şukran Ark: CPT name radest kirin 2024-11-26 09:07:23   Melek Avci   ENQERE - Şukran Ark ya xebatên TJK-E dimeşîne, radestkirina nameyên ku di çarçoveya kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ de ji CPT re şandibûn, nirxand û got: “Nameyên ji CPT re hatin şandin nameyên cemawerî bûn. Radestkirin jî tê vê wateyê, ‘Bersiva pirsa we ligel me tune ye, em we muxatab nagirin, nas nakin’. Lê mijar ne bersiva em ji wan bigirin, xebata bi israr e.”   Di çarçoveya pêngava "Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk" de, ji aliyê Tevgra Jinan a Kurd a Ewropayê ve kampanya "Tîrêjên Rojê" hatibû destpêkirin. Kampanya ku ji bo saziyan bi şandina nameyan dest pê kir, bi konfernas, çalakî, panel, rêxitsibûnê didome.    Şukran Ark a xebatên TJK-E’yê dimeşîne, xebatên Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê vegot.   ‘Divê jin li dijî navenda tecrîdê bi rêxistin bin’   Şukran Ark got tevgera jinan kampanya meşandiye û girîngiya pêngavê mezine. Şukran Ark wiha vegot: “Paradîma jinê ye lê heman demê de guherîna civakê hedef dike û  perspektîfa jin û mêrên azade. Ji ber vê jî em li ser perspektîfa serokatiyê xwe ji nûve di riya xwebûnê de heyî dikin.  Ji bo em netewa demokratîk bi hev re bikin jiyanê rol û berpirsyariyên me hene. Ji ber vê jî  tecrîda li ser serokatiyê tê meşandin, navenda wê îşkence û şere. Li hember jin û zarokan qirkirine. Divê jin xwe li dijî navenda tecrîdê xwe rêxistin bikin.”   ‘Paradîgma serokatiyê tarîtiyê ronî dike’   Şukran Ark destnîşan kir ku çarçoveya kampanyayê de tax bi tax mal bi mal geriyane û ji bo tarîtiyê ronî bikin, paradîgma esas girtine û wiha vegot: “Kampanya ‘Tîrêjên Rojê’, dirûşmeya ‘paradîgma serokatiyê her derê  tarî ronî dike’ ye. Her derê ku pergala serdest zincîr kiriye wê paradîgma serokatiyê ronî bike. Wê ronahiya serokatiyê her derê ronî bike. Me bi vê xbatên xwe meşand û her malbat her jin hedef kir ku rêxitin bikin.”   ‘Ji bo serokatî bi gel re bê cem hev me bang kir’   Şukran Ark herwiha balkişand ser rol û mîsyona saziyan û daxuyand ku divê dest ji helwesta polîtîk berdin û vegerin ser rol û mîsyona xwe û got: “Ji ber vê me kampanyayek nameyan da destpêkirin. Xebatek pir xweş bû. Ne tenê gelê Kurd û jin, ji gelek gelan kes tevli bûn. Me ji wan re wiha got;Tecrîda li ser serokatiyê bi tu awayî ji jin, civak û gelan serbixwe nîne. Ji ber vê jî ji bo bidawîbûna tecrîdê, ji bo serokatî bi gelan re bê gel hev em we vexwendiyê peywirdê dikin. Çarçoveya me ev bû. Piştre daxuyaniyên ji CPT hatin hebû. Bi van daxuyaniyan hinek rol guherîn. CPT bi salan got ji bo aşkerakirina rapor û kontrolkirinê divê destura welatan hebe. Lê Konseya Ewropayê û saziyên din navnîşan didan CPT. Yan jî tenê rewşeke ku CPT dikare rol bilîze  mijara gotibûnê bû.”   Ne salek em hema dixwazin   Şukran Ark diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêvajoya me derbaskir de ji bo mafê hêviyê salek dem da Tirkiyeyê û di vê mijarê de jî wiha got: “Me jinên Kurd got em salekê qebûl nakin. Me got em azadiya serokatiyê hema dixwazin.Di vê pêvajoyê de li diji polîtîkaya tunekirinê û tasfiyeyê xebatên me hene. Em ê li hemû deriyan bixin. Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez, Fransî, Almanî ferq nakin. Em ê bêjin ne salek hema niha. Li dijî hemû êrîşan çavkaniya  berxwedana bi heybet Îmraliye.”   ‘Paradîgma serokatiyê vejîna nû ye’    Sukran Ark balkişand ser bang û hevdîtinên pêvajoya dawî û bi lêv kir ku gelê Kurd êdî bi van lîstikan bawer nake û wiha domand: “Tecrîd bidawî nebû. Saziyan rola xwe nelîst. Em ê berxwdana xwe bidomînin. Em ê hêza çalakiya xwe mezin bikin. Paradîgma serokatiyê di asta global de ye. Paradîgma serokatiyê vejîna ji nû ve ye."   ‘Bersiva hatiye dayîn encama têkoşînê ye’    Şukran Ark wiha dirêjî dayê: “Bersiva ji bo pêngavê hatiye dayîn gelek girînge. Bi awayekî cidî bersiva xwe dît. Îro ji he rderê cîhanê ji 100 welatî pêngav hat destpêkirin û belav bû. Zanistan, mirovên xelatgirên Nobelê, komên pîşeyî daxuayniyên hepvar dan. Bersiva ku Konseya Ewropayê daye wan jî encama têkoşînê ye.”   'CPT nameyan bişîne jî têkoşîn didome'   Şurkran di Ark dawiya axaftina xwe de balkişand ser nameyên ku wan şandine û CPT radest kiriye û wiha vegot: “Bêguman me ji nameyên şandin bersivek pozîtîf negirt. Nameyên me bê hincet hatin radestkirin. Nameyên ji CPT re hatin şandin nameyên cemawerî bûn. Radestkirin jî tê vê wateyê, ‘Bersiva pirsa we ligel me tuneye, em we muxatab nagirin, nas nakin’. Lê mijar ne bersiva em ji wan bigirin, xebata bi israr e. CPT nameyan bişîne jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”