Îran ceza li mamosteya zimanê Kurdî birî 2024-11-27 11:05:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand, dadgeha dewleta Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Purmihemedî birî.   Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Dadgeha Îstînafê ya Sine, bi tometa "avakirina komê û têkdana ewlehiyê" 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Purmihemedî birî.   Komeleyê eşkere kir ku beriya niha 10 sal ceza li Sirwe hatibû birîn, lê piştre cezayê wê ji bo 5 salan hat kêmkirin.