'Ji bo pûçkirina pêkanînan tevlî kampanyayê bibin' 2024-11-28 09:04:59   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Seroka şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî der barê kampanyaya piştevaniya ji bo girtiya nexweş Hatîce Onaran hatiye destpêkirin axivî û wiha got: “Her kes ji bo xizmên xwe, zarokên xwe, hevalên xwe û dostên xwe pere bişînin dikare ev pêkanîn vala bê derxistin. Me jî bo valaderxistina vê pêkanînê û teşhîrkirinê xebatek wisa da destpêkirin.”   Li girtîgehan û li derve li ser civakê bi tecrîda ku roj bi roj giran dibe zext zêde dibin. Girtiyan surgunê cihên dûr dikin û malbat mexdûr dibin. Malbatên pereyan ji zarokên xwe re dişînin tên krîmînalîzekirin û astengkirin.    Mehên borî de Hatîce Yildiz ya 75 salî ji ber ji keça xwe re pere razand bi îdiaya ‘fînansman ji bo rêxistinê pêk aniye’ hat girtin. Nexweşa pençeşêrê Hatîce Onaran ji ber ji girtiyan re pere razandibû hat girtin û şandin girtîgeha jinan a Gebezeyê. Endamên ÎHD’a Stenbolê û aktîvîstan ji bo endama lijneya rêveberiya ÎHD’ê girtiya nexweş Hatîce Onaran kampanya dan destpêkirin. ÎHD’yî her meh ji bo Hatînce Onaran pere dişînin û piştevaniya xwe nîşan didin.   Seroka şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî der barê kampanya hatiye destpêkirin de û zextan de nirxandin kir.   Girtî bi pereyê nabîne çawa ji ‘terorê re’ fînansmanê pêk tîne?   Gulseren Yolerî da zanîn ku binpêkirinên mafan yên li hember girtiyan her diçin zêde dibin û pisgirêk nayên çareserkirin, zextê li malbat û girtiyan dikin û wiha vegot: “Hinek rêbazên zextan her tim tên meşandin. Mînak xwegîhandina mafê dermankirinê, ava paqij an jî xwedîbûnê, hewcedariyên sereke, tên astengkirin. Dem bi dem girtî û malbat bi ‘fînansmana terorê’ tên sûcdarkirin. Kesên bi girtiyan re dikevin piştevaniya borî, tên sûcdarkirin. Em dibêjin ev dihqûqiye û qanûna derketiye bi armanca vê derketiye. Berovajî qanûnê sûcdarkirina bi fînansmana terorê dijhiqûqiye. Di rêziknameyê de hatiye gotin çawa ji girtiyan pere tê şandin. Ji ser ÎBAN a ku îdare dide divê ev pere bê razandin. Ev pere diçe hesabê îdareya girtîgehê. Ji aliyê îdareya girtîgehê ji aliyê kesên di cih de tên dîtin, pere tê xerckirin. Yanî ev pereyê ku destê girtiyan pê nabe çawa dibe mijara nîqaşê. Dibêjin faliyeta terorê heye û ji fînansmana terorê re tê xerckirin. Wê demê îdareya girtîgehê vê dike û di bin kontrola dewletê de dike. Ji ber vê jî ger kesek li vir bê sûcdarkirin ew jî pergal an jî memurên ku îdareya girtîgehê peywirdar dike ne. Hatîfe Yildiz ji ber pere ji keça xwe re dişîne tê girtin. Endama komîsyona me Hatîce Onaran jî ji ber vê tê girtin. Armanca vir eve ku civak bê bêdengkirin.”    Ji ser girtiyan nêrîna têkoşîna bi ‘terorê’ re diafirînin   Gulseren Yolerî daxuyakirin ku dewlet piştevaniya bi girtiyên siyasî re asteng dike û hewl dide nêrîna têkoşîna bi ‘terorê’ re biafirîne û li aliyê din jî çeteyan xwedî dike û terorê xwedî dike. Gulseren Yolerî wiha dirêjî dayê: “Em ji daxuyanî û îtîrafên dewletê têkiliyên dewlet yên bi hişbir, kaçaxtiya çekan û her wekê din dizanin. Ev têkilî ji salên 90’î de tên meşandin. Tirkiye îro di alî hişbir, bazirganiya organê de di pozîsyonek cidî de ye. Tirkiye di mijara bazirganiya hişbirê de rolek wê ya sereke heye.Yên hişbirê difroşin peyda dikin ceza nakin.”    ‘Ji bo pêkanînê vala derkeve me kampanya da destpêkirin’   Gulseren Yolerî daxuyakirin ku Hatîce Onaran ya xebatên der barê girtiyên nexweş de dimeşan niha di lîsteya girtiyên nexweş de ye û wiha vegot: “Hatîce Onaran ji ber ji hevjînê xwe yê girtî re pere şand hat girtin. Ev dijhiqûqiye. Qanûn bi xwe dibêje şandina pereyan a ji bo girtiyan ne sûc e. Di vir de tu mantik tuneye. Her kes ji bo xizmên xwe, zarokên xwe, hevalên xwe û dostên xwe pere bişînin dikare ev pêkanîn vala bê derxistin. Me jî bo valaderxistina vê pêkanînê û teşhîkirinê xebatek wisa da destpêkirin. Divê em bi aktîf li dijî vê çalakiya xwe bimeşînin. Ev wek bangekî dikare bê dîtin.”   Dermankirina bi kelepçe   Gulseren Yolerî dawiya axaftina xwe de der barê rewşa tenduristiya Hatîce Onaran de wiha vegot: “Hevala me Hatîce Onaran nexweşa pençeşêrê ye. Divê bi rêk û pêk bê şopandin û dermankirin. Şertên girtîgehê ji bo vê ne di cih de ye. Dema sewqkirina nexweşxaneyan de bi setan di rîngê de tên sekinandin bi kelepçeyê tên dermankirin. Divê ev bidawî bin. Divê em berpirsyariya rayedaran bibîr bixin û hestiyariyê zêde bikin.”