Newaya Jin panoramaya jinê ya salê destnîşan dike 2024-12-01 10:54:58        NAVENDA NÛÇEYAN -Newaya Jin bi manşeta "Rêberê me Jin, Jiyan, Azadî ye" bal kişand ser berxwedana jinên ku mohra xwe li sala 2024'an dane.   Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin di hejmara xwe ya Kanûnê de berxwedana jinê ya ku mohra xwe li sala 2024'an xist bi sernavê 'Rêberê me Jin, Jiyan, Azadî ye' kir manşet.   Evîn Goyî kesayetek berxwedêr bû   Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku Evîn Goyî (Emîne Kara) ku di Komkujiya Parîsê ya Duyemîn de hate qetilkirin, pêşengeke jinê bû ku xwedî têkoşîneke ji 32 salan bû û got, "Evîn xwedî karaktereke berxwedên bû ku hêz dida hevrêyên xwe, rê nîşan dida. Navenda moralê ya şoreşgeriya jinê bû. Weke Partiya Jinê ya Azad a Kurdistanê heta ku têkoşîna Evîn, Sara, Rojbîn û Ronahiyan bi ser bixînin, em ê nesekinin."   Di rûpelên Kurdî de jî nivîskar Dengîr Guneş bal kişand ser heman mijarê û destnîşan kir ku bi mezinkirina têkoşînê hesab ji komkujiyan hatiye pirsîn. Dengîr Guneş got, "Ne tenê li hemberî komkujiyên Parîsê li dijî hemû komkujiyên li hemberî jinan em ê têkoşînê mezin bikin."   Ji bilî Komkujiya Parîsê ya Duyemîn, rojnameyê di hejmara meha Kanûnê de ji eniya jinê ve panoramaya salê destnîşan kir.   Ji nivîskarên rojnameyê Rûşen Samsat bûyerên li Rojhilata Navîn, pirsgirêka Kurd û nîqaşên li ser muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsand. Rûşen Samsat mijar bi sernavê 'Di hevsengiya nû ya herêmî de mîlada Kurdên azad' mijar nirxand.   Qedexekirina 'Jin jiyan azadî'   Zeynep Atli qedexekirina dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya beriya 25'ê Mijdarê bi bîr xist û rojeva tevgerên jinan ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand. Atli diyar kir ku li hemberî êrîşên yekpare yên li hemberî jinê pêwîstî bi têkoşîneke yekpare heye û got, "Dirûşmên 'Li dijî tundiya mêr-dewletê; Jin, Jiyan, Azadî' û 'Têkoşîna me ji bo me hemûyan e' diyar e wê rê nîşanî sala nû bide."   Ji nivîskarên rojnameyê Nazan Ustundag ji Latîn Emerîkayê heta bi Hîndistanê, ji Bûrkîna Faso heta bi Fransayê, ji Fîlîstînê heta bi Îranê rojev û têkoşîna jinê, her wiha êrîşên bi serweriya mêr nirxand.   Rojeva Başûr û Rojava   Ji nivîskarên rûpelên Kurdî Bêrîtan Zagros bûyerên salê yên li Iraq, Şengal û Başûrê Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku li Iraqê têkoşîna jinan a li hemberî hewldanên guhertina qanûna medenî rê da pêşiya sala nû.   Şervîn Nûdem jî ragihand ku li gel êrîşên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk jî li Rojavayê Kurdistanê jinan pêngava rêxistiniyê mezin kirin.   Têkoşîna li dijî qeyûman   Rojnameyê cih da hevpeyvîna Nezahat Dogan a bi Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk re ku wezîfeya wê hatiye desteserkirin.   Roza Metîna jî di nivîsa xwe de heman mijar nirxand û diyar kir ku qeyûm a ku mekanîka darbe û talanê ye di heman demê de êrîşî kar û saziyên jinan dike.   Şehîda destpêkê Malda Kusa   Ji nivîskarên rojnameyê Heja Zerya qala çîroka jiyanê ya Malda Kusa kir ku şehîda destpêkê ya Akademiya Jineolojiyê ye.   Rojnameyê cih da têkoşîna jinê ya li Oromo ya li Afrîkayê ku bi salan e şer lê diqewime. Di hevpeyvîna tîma Newaya Jin de endama Partiya Şoreşger a Oromo Soreti Kadir qalê kir, bê çima tevlî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û bi jinên Kurd re çima xeteke têkoşînê ya hevpar ava kir.   Di rûpelên portreyê de jî Berjîn Têkoşer portreya ji pêşengên tevgera jinê ya Fransayê Marie-Claude Vaillant-Couturier, Fîdan Yildirim jî portreya rojnamevana Pakîstanî Zaib-Un Nissa Hamidullah amade kirin.   Ji pênûsa Medya Doz   Di rûpela bîranînê ya rojnameyê de nivîsa 'Nazê ya di dilê çiyê û çiyayiyan de' ya Medya Doz û helbesta Dilzar Dîlok a ji bo Gulistan Tara hate weşandin.