Yekitiya Jinên Elewî: Xwedî li Rojava derkevin 2024-12-11 18:46:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ewleyî yên Demokratîk, ji bo parastina Rojavayê banga beşdariya çalakiyên li Ewropayê kir   Yekîtiya Jinên Ewleyî yên Demokratîk (DAKB), li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyeke nivîskî da.  Di daxuyaniyê de ji bo parastina Rojava banga bilindkirina têkoşînê ha tkirin.   Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin  gotin: “Şoreşa ku bi pêşengiya jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, li hemû dinyayê deng veda û bi hezaran jinan bi fedakirina canê xwe ew rizgar kir. Lê belê pergala kapîtalîst, ji bo ku van destkeftiyan kêm bike û berjewendiyên xwe biparêze careke din rê li ber hêzên hov, olperest û paşverû vedike.”   Ji bo hevgirtinê bang   Daxuyanî wiha bidawî bû:“Ji bo mezinkirina hevgirtin û têkoşînê û ji bo parastina qadên azad em bangî hemû endamên xwe, dostên xwe û jinan dikin ku bikevin nav liv û tevgerê. Em piştgiriya biryarên çalakiyan yên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê dikin û bi ruhê berxwedêrên Kerbelayê xwedî li têkoşîna Rojavayê û daxwazên xwe yên wekhevî û welatperweriyê derdikevin.Ev berxwedana birûmet a ku bi pêşengiya jinan didome, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû civakên cîhanê yên ku têkoşîna azadî û wekheviyê didin hêvî ye.Em bangî her kesî dikin ku 14’ê Kanûnê, li tevahiya Ewropayê beşdarî çalakiyên dê bi pêşengiya jinan bên lidarxistin bibin, piştgiriya kampanyaya Heyva Sor a Kurdistanê bikin û wek sembola hevgirtinê bi hev re loqmeyên xwe parve bikin.”