Êrişê daxuyaniya rojnamegeran kirin 2024-12-21 13:50:30   STENBOL - MKG, DFG, DÎSK Basin-Îş, li qada Şîşhanê xwestin qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar bikin, lê polîsan êrişê rojnamegeran kir û nûçegihana me Rozerîn Gultekîn di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daşdan li Qada Şîşhane ya Stenbolê, bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û DÎSK Basin-Îş bi daxuyaniyê bihata şermezarkirin. Gelek rojnameger, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî tevlî daxuyaniyê bûn.    Polîsan qedexeya Qeymeqemtiya Beyogluyê wek hincet nîşan da û dora girseyê dorpêç kir. Girseya ku bi dirûşma "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" bertek nîşan da. Polîsan di nav de nûçegihana me Rozerîn Gultekîn jî heyî gelek kes binçav kir.    Kesên ku hatin binçavkirin; Nûçegihana ajansa me Rozerîn Gultekîn, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Sezgîn, Melîk Çelîk, rojnameger Pinar Gayip, Enes Sezgîn, Osman Akin, Hayrî Tunç, Yadîgar Aygun, Serpîl Unal, Zeynep Kuray, Mustafa Subaşi, Salîha Aras, Gulistan Dursun, Elîf Bayburt, Umut Taştan, Rojda Erez, Dilek Başalan, Newroz Unverdi, Samet Aya, Haci Ugiş, Ramazan Yavuz, Mehmet Onal, Ayten Bîngol, Serbulent Çîçek, Fethiye Kaçmaz, Yagmur Fîlîz, Fesîh Îlhan û gelek kes hatin binçavkirin.    Kesên hatin binçavkirin birîn Midûriyet Emniyetê ya Cadeya Vatan a Fatîhê.    Her wiha girseya din jî ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û nehiştin ji qadê derkevin. Welatiyên ku li kolanan kom bûn jî bi dirûşma "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" êriş û binçavkirinan şermezar kir. Polîsên ku rêya girseya ku li kolanan dimeşiyan girt, ligel astengiyan girse bi dirûşma "Dê bi berxwedanê bi ser kevin" astengiyan şermezar kir. Polîsan êriş bir ser girseyê û li vir jî gelek kes hatin binçavkirin.