Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin pankart hat daliqandin 2024-12-22 19:45:00   AMED-Ji aliyê Ciwanên DEM Partiyê ve ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, li Amedê pankart hat taliqandin û broşur hatin belavkirin.    Bertekên li dijî qetilkirina rojnammeger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan didomin. Li navçeya Rezan a Amedê li Herêma Tesîsler, ciwanên DEM Partiyê li ser Pira Karayolari pankarta bi nivîsa ‘bijî têkoşîna çapemeniya azad’  daliqandin.   Her wiha ciwanan li taxa Ofîs a Yenîşehîr a Amedê broşurên li ser ‘rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin’ nivîsandibû belav kirin.