Rojnamegerên jin: Em ê têkoşînê heta dawî bimeşînin 2024-12-26 09:07:06   WAN - Rojnamegerên jin bertek nîşanê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn yên di riya navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirîn de nûçe dişopandin ji aliyê SÎHA’ya Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, dan û gotin: “Ji bo hevalên me şehîd Nazim û şehîd Cîhan Bîlgîn soza me ye ku em ê vê têkoşînê heta dawî bimeşînin.”   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê di 5 salên dawî de herî kêm 13 rojnameger hatine qetilkirin û 7 jî birîndar bûn. Di 19’ê Kanûnê de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, di encama êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ne yekemîn rojnameger in ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne hedef. Rojnamegerên jin yên li Wanê der barê êrîş û zextên li ser Rojnamegeran de axivîn û diyar kirin ku wê şûnde gavê navêjin û têkoşînê mezin bikin.   ‘Hewl dan saziyên me û pîşeya me krîmînalîze bikin’ Rojnameger Rûken Polat diyar kir ku ew di têkoşîna çapemeniya azad de şopdarên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz in û têkoşîna girtine bi baweriyek mezin didomînin. Rûken Polat wiha dirêjî dayê: “Armanca sereke ya têkoşîna heqîqetê gihandina heqîqetê ya ji raya giştî re û nivîsandina heqîqetê ye. Ji roja ewil zext li xebatkarên çapemeniya azad tên kirin. Rojnameger bûn hedef, hevalên li herêman hatin binçavkirin  gef û îşkence li wan hatin kirin. Pîşeya me û saziyên ku em pê ve girêdayî ne, hewl hat dayîn ku bên krîmînalîzekirin. Dîsa nûçeyên me ji aliyê hikûmet û medyayê ve kirin hedef, em hatin girtin û kuştin.”   ‘Gelê Kurd hevalên me nas dikin’   Rûken Polat da zanîn ku piştî Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn, herî dawî jî Nazim  Daştan û Cîhan Bîlgîn hatine qetilkirin. Rûken Polat wiha dirêjî dayê: “Em vê êrîşê şermezar dikin. Em ê koşîna hevalên xwe mezin bikin. Çapemeniya alîgir vîdeoyên ku hevalên me hatibûn qetilkirin weşandin û hewl dan pîşeya wan krîmînalîze bikin û wek ku bi nasnameyek din li wir dixebitin nîşan dan. Rojnameger û malbatên derketin kolanan ku vê şermezar bikin bi zextan re hatin rû hev. Li Stenbolê bi hinceta hevalên me wêneyên hevalên şehîd rakirin, hatin girtin. Em ê heta dawî têkoşîna hevalên xwe bişopînin. Em şopdarên wan e. Em ê li dijî zextan serî netewînin û têkoşînê xurt bikin.”   ‘Em serî natewînin’  Rojnameger Ozlem Yacan jî bi lêv kir ku xebatkarên çapemeniya azad bi salan e li pey rastiyan e û heqiqetê dinivîsinin û wiha dirêjî dayê: “Çapemeniya azad her tim bi lêdan, binçavkirin û qetilkirina kesên ku dixwazin rastiyan veşêrin re rû bi rû ye. Hewl didin bi girtina rojnamegeran nenivîsin, lê em ê tu carî serî li ber netewînin. Em ê nivîsandina rastiyê bidomînin. 2 hevalên me yên ku li Rojava rastî nivîsandin hatin qetilkirin. Nûçeyên ku hevalên me li wir dan, bêhiqûqiya li wir hatiye kirin bi temamî eşkere dikir. Em ê bi destxistina têkoşîn û pênûsa Nazim û Cîhanê ya bê dawî bidomînin. Em ê têkoşîna hevalên xwe heta dawiyê bidomînin.”