Têkoşîna jinan nîqaş kirin 2024-12-29 18:19:35   STENBOL - Sebahat Tuncel di hevdîtina ku Komeleya Dema Jinê pêk anî de axivî wiha got: “Dijberbûna şer di rojeva hemû tevgerên jinên cîhanê de ye. Şer zîhniyeta serdest ya mêr gûr dike. Ji ber berpirsyarî dikeve ser milê jinan.”   Komeleya Dema Jinê  hevdîtinek pêk anî û tundiya li ser jinan û têkoşîna ku li dijî vê tê meşandin nîqaş kirin.  Hevdîtin li şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Beyoglu ya Stenbolê pêk hat. Endama Koordînasyonan Jinan HDK’ê Sebahat Tuncel û civaknas Kumru Toktamiş tevli hevdîtinê bûn.   Sebahat Tuncel axivî û got: “Têkoşîna jinan di bin du sernavan de tê meşandin. Yek qada taybet ya din dijberbûna şer e. Qada taybet polîtîke. Qada taybet di alî dîtina keda jinê de  pir girînge. Dijberbûna şer di rojeva hemû tevgerên jinên cîhanê de ye. Şer zîhniyeta serdest ya mêr gûr dike. Ji ber berpirsyarî dikeve ser milê jinan.”   Sebahatê balkişand ser cînayeta Narîn Guran û daxuyakirin ku cînayetên zarokan polîtîkin û çavkaniya wê ji serdestiya mêr tê.   Kumru Toktamiş jî axivî û daxuyakirin ku têkoşîna jinên Kurd mezin bûye û divê dîroka hevpar a jinan bê zanîn.