Ji bo Siwêdayê waliya jin hat peywirdarkirin 2024-12-31 17:56:55         NAVENDA NÛÇEYAN- Muhsîne Mihêsawî ji bo walîtiya Siwêdayê hat pewyirdarkirin.   Hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser daxwaza gelê Siwêdayê Muhsîne Mihêsawî ji bo walîtiyê peywirdar kir.   Muhsîne Mihesawî kî ye?   Muhsîne ji gundê Lîbenê yê Siwêdayê ye, di 1970ˋî de hat dinê, ji etnîka Durzî ye. Fakulteya Bazirganî û Aboriyê ya Zanîngeha Şamê ye qedandie.   Li gorî dezgehên çapemeniyê, Muhsîne di xebata hikumetê de xwedî pisporiya demdirêj e. Di salên 1990’an di gerînendetiya Darayî ya Siwêdayê de kar kiriye, gelek erk wergirtine; ji wan serokatiya beşa Xezîneyê. Di Adara 2023’yan de li ser paşxaneya gendeliya li gerînendetiyê îstîfa kiriye.   Muhsîne ji jinên yekemîn ên beşdarî xwepêşandana aştiyane li Siwêdayê bûye, li Qada Keramê beşdarî gelek xwepêşandanan bûye û ji hêla rejîma Sûriyeyê ya berê ve di gelek astengiyan re derbas bûye.