Çigdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd Birêz Ocalan ji xwe re esas digire 2025-01-03 13:00:28       RIHA - Piştî meşa li ser sînorê Kobanê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar axivî û diyar kir ku gelê Kurd xwe dispêre Îmraliyê û got, "Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li Rojava nêzîkatiya li tevahiya gelê Kurd e."   Di çarçoveya çalakiya nobedê ya ku 12 roj in li navçeya Riha Pirsûsê li dijî êrîşên dewleta Tirk û hêzên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê dide, bi beşdariya bi hezaran kesî heta sînor meşek hate lidarxistin. Welatiyan danê sibê li qada nobetê ya Pirsûsê dest bi kombûnê kirin û bi qîrîna dirûşmeyan li benda dema meşê man. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî, gelek pêkhateyên DEM Partiyê jî tevli meşê bûn. Endamên Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê, xizmên girtiyan, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), Alimên Olî, Bi hezaran kes ku di nav de nûnerên rêxistinên Elewî, jin, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û ciwan jî hebûn dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo", "Silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.    Endama DÎK'ê Dunayser Mendelkanî jî got, "Birîna Rojava encax bi Bakur dikare bê dermankirin. Banga me ji bo her kesî ev e. Em bibin yek."   ‘Şoreşa Rojava têk neçû û dê têk neçe’   Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî jî got, "Ez şoreşa Rojava silav dikim, kesên nemir bûne bi bîr tînim. Rojava tê wateya 33 rêwiyên xeyalan. Pirsûs tê wateya têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar. Şoreşa Rojava tê wateya hêvî û stêrka geş a hemû gelên cîhanê. Li erdnîgariyeke dorpêçkirî rê li ber ronahiyê vedike. Kobanê neketiye û nakeve, şoreşa Rojava têk neçûye û têk naçe."   'Gelê Rojava yê berxwedêr wê serê xwe netewînin'   Yek ji damezrînerên Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek jî got, "Em spasiya hemû gelê xwe dikin. Yên desthilatdar ji dîrokê ders negirtine. Em ji vir bang li dagirkeran dikin. Gelê Rojava yê berxwedêr wê serê xwe netewînin."   'Dijminên herî mezin ew in ku rê li ber aştiyê digirin'   Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û got, "Em bi hest û coş meşiyan. Rojava tê wateya Pirsûsê. Daxwaza ku îro divê bê kirin daxwazên gelê Kurd e. Ji ber ku helwesta gelê Kurd li vê erdnîgariyê tê zanîn. Pencera azadiyê ya ji Rojava vebûye. Li wir manîfestoya jiyanê ji aliyê jinan ve hatiye nivîsandin. Dijminê herî mezin ew in ku rê li ber aştiyê digirin. Îro hevgirtina li vir hevgirtina sînoran e."   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Tu ferasetên ku gelên Kurd û Ereb ên li Sûriyeyê tune dihesibînin dê nekarin hebûna xwe bidomînin. Tevî astengiyan jî me meşa xwe li dar xist. Silav ji Kobanê re. Heta ku gefên li ser Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomin dê piştevaniya gelê Kurd, dostên wan û hêzên demokrasiyê jî bidome. Gelê Kurd ji şerê 2011’an heta niha statûya Rojava xist meriyetê. Divê hemû dinya vê bizane; Rojava ne herêmekî mîna medyaya alîgir vedibêje ye. Li Rojava jin di rêveberiyê de cih digirin, pergala hevserokatî û nûnertiya wekhev di meriyetê de ye. Li wir peymaneke civakî ya ku gel û baweriyan nas dike di meriyetê de ye. Li dijî El Nusra, DAIŞ, El Qaîde û hwd. têkoşîneke xurt a hiqûqê birêxistin kiriye.    Peyama Îmraliyê    Gelê me yê hêja; em bi kelecaneke mezin bi şandeya çûye Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin kirî re hatin gel hev. Şandeyê, silavên birêz Ocalan ji we re anîn. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê niha jî li Meclisê hevdîtinan dike. Piştî hevdîtinên bi partiyên siyasî re dê daxuyaniyeke berfireh parve bike. Em vê baş dzanin ku peyama ji Îmraliyê hatî peyama aştiyê û çareseriyê ye. Bêguman têkoşîna gelê Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê em hatin van rojan. Heke îro li Îmraliyê hevdîtinek hatibe kirin, ev bi saya berxwedana gelê me ye. Ricaya min ji we ew e ku heta pêvajoya li Rojava zelal dibe û hevdîtinên li Îmraliyê digihijin astekê hûn dev ji têkoşînê bernedin. Heke em li qada xwedî li vê têkoşîna xwe derkevin û li ber xwe bidin, bêguman em ê bi ser kevin.    Kedkarên Çapemeniya Azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hene   Binêrin, niha li pêşiya min wêneyên kedkarên Çapemeniya Azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hene. Ez di hizûra we de wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Em li her çar aliyên Kurdistanê bi hêvî, bi israr têkoşiyan û hatin van rojan. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn ji bilî aştî û çareseriyê tu vebijêrkên din li pêşiya me nînin. Birêz Ocalan li Îmraliyê li ser vê vebijêrkê bi şev û roj dixebite û em jî dê li ser zemîneke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin.”