Aktîvîsta TJA’yê Guldem dogan: Pêvajoya çareseriyê hewcedarî ye! 2025-01-09 09:03:44   Elfazî Toral   STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Guldem Dogan da zanîn ku di pêvajoyek wisa de gavavêtin ji bo pêvajoya çaerseryê zemînê ava dike wê ji bo jinan gavên girîng bin û wiha got: “Ji bo wekheviya zayenda civakî û azadiya civakî derfetek girîng e. Ne tenê hewcedariya jinan, ya hemû gelên Rojhilata Navîn bi pêvajoya çareseriyê heye. Êdî ev ji daxwazê wêdetir hewcedarî ye.”   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û piştî 43 mehan şûnde yekem car ji malbatê biraziyê wî Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de çû hevdîtina wî. Endamên heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder jî piştî 9 salan şûnde di 28’ê Kanûna 2024’an de çûn Îmraliyê. Piştî hevdîtinê Rêberê PKK’ê peyamek ji 7 xalî pêk dihat şand. Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serdanên xwe didomîne. Aktîvîsta Tevgera jinên Azad (TJA) Guldem Dogan derbarê mijarê de nirandin kir.   Guldem Dogan da zanîn ku şerê li Rojhilata Navîn ji tecrîdê serbixwe nîne û hem şer hem tecrîdê bandor li ser hemû civakê kiriye. Guldem Dogan wiha got: “Em di pêvajoyek dijwar re derbas dibin. Jin, zarok rojnameger tên qetiklirin. Tevî zîhniyeta dagiker, têkoşîna demokratîk jî mezin dibe. Bêguman em rihê têkoşîn û berxwedana xwe ji Birêz Ocalan digirin. Çareserî Îmraliyê nîşan dide. Em hemû vê baş dizanin ku muxatabê çareseriyê Birêz Ocalane. Hemû partî Jî vê dizanin. Ji ber vê divê erka pêvajoyê bê cih.”   ‘Divê şert û mercên azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bên avakirin’   Guldem Dogan diyar kir ku ji bo gelên Rojhilata Navîn gava pêvajoyeke girîng hatiye avêtin û wiha bi lêv kir: “Bandora herî mezin a di vê gavê de têkoşîna bi biryar bû. Abdullah Ocalan dibêje ji bo wekheviyê çareserî divê demildest pêk bê. Em jin vê pêvajoyê girîng û bi nirx dibînin. Tecrîd hîna didome. Divê şert û mercên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê avakirin. Ev ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn derfetek girînge. Ev gav ji bo hemû gelan gavek mezine.”   ‘Em bi hêvî pêvajoyê pêşwazî dikin’   Guldem Dogan destnîşan kir ku di  zemîna pêvajoya çareseriyê bê avakirin wê ji bo jinan gavek girîng be û wiha domand: “Pêvajoya çareseriyê ji bo aştî, maf û azadiyan girîng e. Di şer de yên herî zêde bi bandor dibin jinin. Ji bo jinan girîng e. Yên herî zêde ji bo aştiyê têdikoşin dîsa jin in. Ji ber vê em bi hêvî pêvajoyê pêşwazî dikin.”   Banga têkoşînê!   Guldem Dogan wiha bang kir: “Ez bang li hemû kesên ku çareseriyeke demokratîk dixwazin, bendewariya wan ji edeletê heye û hesta wan ya mirovahiyê heye, dikim ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.  Bêyî kuz iman, ol, nîjad û bawerî ji hev bên veqetandin divê têkoşîn bi hev re bê meşandin û ev wê biserkeve. Ev serkeftin jî wê ji bo başiya gelan be.”