Parêzera malbata Cîhan Bîlgîn: Mafê definkirina cenazeyan hat binpêkirin 2025-01-09 09:48:33   Oznûr Deger   MÊRDÎN - Parêzera malbat Cîhan Bîlgîn Gulistan Duran, têkildarî cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên li Rojava hatin qetilkirin, destûr nedan ku bînin Tirkiyeyê û malbatên wan 3 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatin hiştin axivî û got: "Mafê definkirinê tê binpêkirin. Ev rewşek nemirovî ye."   Şandeya ku ji malbatên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) yê Mêrdînê Kamûran Tanhan endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan werbigirin, roja 6’ê Çile saet 16.00'an de çûn Deriyê Sînor ê Xabûrê. Şande 3 rojan li ser sînor bi hincetên cûda cûda li deriyê Xabûrê hatin rawestandin û nehiştin malbat biçin cenazeyên zarokên xwe bigirin.   Şandê di roja 3’yan de ji deriyê sînorê Xabûrê veqetiyan. Şandê beriya ji deriyê sînor derbikevin daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku dê li dijî vê neheqiyê sibê (îro) li navçeya Silopiyayê daxuyaniyekê bidin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Cenaze 20 roj in li morgê tên sekinandin. Tu hewldanên dîplomasiyê encam negirtin. Ji bo eziyet nedin cenazeyan û ji malbatan îşkence nekin em îro ji deriye sînor derdikevin. Em ê vê biryara li dijî hiqûqî li hemû qadan bi gelê xwe re protesto bikin. Ew têkoşîna hiqûq û mafê ye. Ji bo dewlet vegere ser hiqûqê em ê bi malbatan re têkoşîna xwe bidomînin. Heta em cenazeyan bigirin em ê têkoşîna hiqûqî bidomînin. Em li vir vê sozê didin gelê xwe."   Parêzera malbat Cîhan Bîlgîn Gulistan Duran ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û bal kişand ser binpêkirina mafê mirovan.   'Tevî hemû serlêdanan jî heyet hat astengkirin'   Gulistan Duran, da zanîn ku heyet bi saetan li Deriyê Sînor ê Xabûrê li bendê ma û wiha got: “Beriya ku heyet biçe hemû serlêdan hatin kirin û li ser hemû saziyan nîqaş hatin kirin. Tevî ku hemû rê û dezgehên qanûnî ji bo wergirtina cenazeyên wan hatin bikaranîn jî, bi saetan li gumrukê bi awayekî derqanûnî hatin ragirtin. Tê gotin ku xeletiyên pergalê hene, lê em difikirin ku ev pêkanînek bi tevahî kêfî ye."     'Em dixwazin cenaze bên teslîmkirin'   Parêzer Gulistan Duran, anî ziman ku li gel hemû serlêdanan jî nayê qebûlkirin ku heyet bi awayekî bêhiqûqî li bendê bimîne û destnîşan kir ku mafê definkirinê yê malbatan hatiye binpêkirin û wiha bi lêv kir: “Di hiqûqa medenî de kesayet piştî mirina mirov bi dawî dibe. Piştî ku kesayet biqede jî, cenaze di çarçoveya mafên malbatê de dimîne. Mafê definkirinê mafekî ku girêdayî malbatê ye. Di vê rewşê de mafê mirovan ê definkirina cenaze tê binpêkirin. Ev rewşek nemirovî ye. Cenaze dema definkirinê heye û bi qaçaxî nayê dayîn. Em dixwazin di zûtirîn dem de ev rewş bi dawî bibe, mafê malbatê yê definkirinê bê girtin û cenaze dê bên radestkirin."