'HTŞ sîstema ku jinê tunedihesibîne ava dike' 2025-01-17 09:03:49     Mîdye Miqted   HELEB - Endama Kordînasyona Kongra Star a Helebê Rîhan Elo, bal kişand ser guhertin û biryarên nû yên komên cîhadîst ên HTŞ'ê yên derbarê jinan de û wiha got: "Sîstema ku bi temamî jinê paşguh û tune didin hesbandin didin avakirin. Divê li hemberî sîstema tunehesibandinê jin hişyar bin."   Li Sûriyeyê, ji ber rejîma Baas'ê bi salane rewşek aloz hebû, piştî rêjîma Baasê hilweşiya jî alozî û tevliheviya li Sûriyê bidawî nebû. Bi taybetî rewşa jinên Sûriyê piştî hilweşandina rêjimê jî betir ket zehmetiyê. Her diçe metirsiyên li ser nasname û îradeya jinan zêdetir dibin. Hişmendiya koma cîhadîst Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di bin navê olperestiyê de rojane kiryarên dermirovî li ser jinan ferz dike û dixwaze bi van kiryaran rê li pêşiya têkoşîn û îradeya jinan bigre.   Endama Kordînasyona Kongra Star a Helebê Rîhan Elo derbarê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.   'HTŞ'ê aloziya Sûriyê bêtir giran kir'    Riham Elo, diyar kir ku 14 sal in aloziya Sûriyê berdewam e û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Heta roja jî tu çareserî jê re nehat dîtin. Ji ber ew rêjîmên ku desthiladariya xwe li ser gelan dabû ferz kirin, destê wan di kûrkirina aloziyê de hebûn ne ji bo çareseriyê. Ev rêjîm hat hilweşandin. Lê alozî hêj berdewam dike. HTŞ`ê ku gelek bajar û deverên Sûriyê kirin bin kontrola xwe bêtir aloziya Sûriyê girantir kirin."   Piştguhkirina mafê jinê    Di berdewamiya axaftina xwe de Rîhan Elo wiha qala kiryar û biryarên ku HTŞ'ê li ser gelên Sûrî dide ferzkirin kir: "Desthilatdarî û zordariya ku rejîma Bass li ser gelên Sûrî dida ferz kirin di roja me ya îro de hîn li ser gel tên berdewam kirin. Lê vê carê bi sîstema Îslama Radîkal e. Ji aliyê HTŞ'ê ve tên kirin. Bi taybet derbarê jinan de gelek zagonên hişk dide ferz kirin. Jin paşguh kirin. Weke ji bo jinan ferzkirina li xwekirina cilên reş. Jin tenê di mal de kar bike zaroka xwedî bike. Lê divê cihê xwe di sazî û destgehan de negire. Her wiha li paytexta Şamê wesayîtên jin û meran ji hev cuda kirine ku nabe jinek û merek di wesayetiyê de li tenişta hevdû birûnin."   Navê xwedewendên jin ji muferdatan hat derxistin   Rîhan Elo, di axaftina xwe de bal kişand ser hîn guhertinên derbarê jinan de û wiha bi lêv kir: "Di nav mufredetên erebî de hîn guhertinan kir. Di nava mufredatên erebî û dîroka wan de gelek guhertin hatin kirin. Weke li şûna hevoka “parastina welat” gotina “parastina xwedê” hat bi cih kirin. Teoriya Pêşketin û Teqîna Mezin ji bernameyên perwerdehiya zanistê hat derxistin. Her wiha behsa xwedayên ku di Sûriyeya beriya Îslamê de dihatin pejirandin û wêneyên peykerên wan hatin derxistin. Girîngiya qehremana mezin a Sûriyeyê Qralîçe Zenûbiya ku di serdema Romayê de li Palmîrayê desthilatdarî dikir, kêm hatiye nirxandin piştre ji meteryalan hat derxistin. Bi rêka van kiryaran dixwazin mohra jinê ku li dîrokê hatibû xistin ji holê were rakirin û biçûkxistina jinê mayinde bikin."   Sîstemek terorê didin ferzkirin    Endama Kordînasyona Kongra Star a Helebê Rîhan Elo, wiha bal kişand ser guhertina hîn zagonan: "Biryarên ku tên girtin ne li gorî civakê û erdnegariyê ye. HTŞ'ê gelek guhertinan kir. Lê belê ev hemû ne li gorî welatiyên Sûriyê yê. Bi taybet li ser erdnîgariya Sûrî gelek netew û pêkhate bi hev re dijîn. Îro HTŞ li gorî xwe zagonan derdixe û pêkhateyên ne misilman hedef digire û qetil dike. Îro ev sîstema ku nû li Sûriyê bi cih bû bi terorê ve girêdayî ne. Her wiha gelek kesên ku ji aliyê wan ve weke sertîp, parêzer û endeziyar her wiha xwediyê payabilind hemû berê di nav komên treoran de fermandarî kirine û destê wan di xwîna zarok û gelê Sûriya yê de hene bi vê awayî sîstemek teror li ser ruyê erde heye dixwazin li gorî xwe bi rêve bibin."   Sistema ku jinê tunedihesibînin ava dikin    Rîhan Elo, bal kişand ser pegalê û got: "Ev sîstem dewam neke, çima? Îro bi derketina HTŞ'ê, li şûna ku aloziya Sûriyeyê dawî lê were hîna kurtir bû. Lê belê wê ev sîstem wê dewam neke. Ji ber ku gelê Sûriyeyê bi serhildanên li dijî sîstemên qirker ji destpêka dîrokê heya roja me ya îro tên nasîn. Bi taybetî jinên Sûrî yên li herêmên Bakur Rojhilata Sûriya yê dijîn, serî li dijî sîstema mîtinger a rêjîma Baas hildan. Şoreşek bi pêşengtiya jinê pêk anîn. Bûn mînaka jinên tekoşer. HTŞ'ê jî bi kiryaran hewil dide li şûna sîstema xweseriya demokratik ku cih dide jinê ji holê rakin û sîstemek ku bi temamî jinê paşguh û tune didin hesbandin bidin ava kirin."   'Şoreşa jinê ji xwe re bikin mînak'    Rîhan Elo, diyar kir ku divê li hemberî sîstema tunehesibandinê jin hişyar bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "HTŞ'ê sîstema xwe daye avakirin. Dixwaze bi rêya vê sîstema xwe ya qirêj, hemû gelan li gorî xwe dizayn bike. Lê divê hemberî wan civak, pêkhateyên Sûrî baş fêmbike û bizanibe ku rêya xelasiya wan çiye. Rêveberiya xwe ya xweser bide ava kirin û parastina ol û nirxên xwe bikin. Her wiha divê jin kiryarên ku derheqê wan tê kirin nedin pejirandin. Serîrakirina jinên ku li herêmên Bakur Rojhilata Sûrî li dijî sîstema Bass û avakirina şoreşek bi pêşengtiya jinê ji xwe re bikin mînak."