ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN 2025-01-18 09:00:00     * Êrişên li hember Bendava Tişrîn û konvoya gel didome. Li Tişrînê rojnameger jî ji aliyê çapemeniya Tirk ve hedef tên girtin. Rojnamegera Lava Îbrahîm bertek nîşanê êrişan û hedefgirtina rojnamegeran da û got: “Tirkiye her ku têkoşîna gel, berxwedan şervanan dibîne nikarin li berxwe bidin û têk diçin. Ji ber vê bi çavsorî êriş dikin.” BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku pêvajoya nû hem li Rojhilata Navîn hem li Tirkiyeyê ji bo hawireke demokratîk bê avakirin gavek girîng e û got: “Divê em şert û mercên demokrasiyê ku Tirkiye ji pergaleke dijdemokratîk derkeve û derbasî demokrasiyeke parlamenter bibe, ava bikin.” BI DÎMEN   *Erdhejzede Hediye Sayan Çoçen diyar kir ku tevî du sal di ser erheja mezin a 6’ê Sibatê re pêk hatiye der bas bûye jî hîna pirsgirêkên mezin dijîn û got bi zarokê xwe re di şert û mercên giran de di konteynirê de têkoşîna jiyanê dide.  DÎMEN HEYE   *Piştî hevdîtinên Îmraliyê şûnde hevdîtinên siyasî û gotinên aştiyê hatin rojevê û tevî vê bi piştgiriya Tirkiyeyê li Rojava êriş didomin. Jinan der barê vê de nirxandin kirin û wiha gotin: “Dema dibêjin aştî ger ku rast û samîmî bûna wê bi çekên giran, bombe û SÎHA’yan mirov qetil nekiribana.” BI DÎMEN    *Jinên ku ji Kobanê ji bo parastina Bendava Tişrinê hatin gotin: "Divê bê zanîn em ê li ber xwe bidin û berxwedan jiyan e. Axa me ye, ava me ye, ceyrana me ye û welatê me ye. Kes nikare welatê me ji destê me bigire. Em ê heta dawiyê li vir bin." BI DÎMEN    *HDK û pêkhateyên wê kampanya "Ji bo aştiyê mîlyonek îmze" dan destpêkirin û der barê kampanyayê de agahdarî kirin. HDK û pêkhateyên wê diyar kirin ku aştiyek bi rumet dema ku civak bibe kirde wê bê avakirin û divê hemû aliyên civakê îmzeya xwe li alî aştiyê bavêjin. BI DÎMEN