Di êrişa li Tişrînê de 4 kes jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn 2025-01-18 15:06:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di bombebarana nû ya Tirkiyeyê li Bendava Tişrînê de 4 welatî hatin qetilkirin û 15 jî birîndar bûn.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa dijî Bendava Tişrînê daxuyaniyek da.    Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat gotin ku dewleta Tirk careke din kombûna sivîlan a li Bendava Tişrînê hedef girt û di encama vê êrişa yekser li dijî sivîlan de 4 nobedarên li bendavê hatin qetilkirin û 15 jî birîndar bûn.   Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker beriya du saetan nobedarên li Bendava Tişrînê bombebaran kiribû.   Ev cara sêyemîn e ku nobedarên li ser Bendava Tişrînê bi xwe tên hedefgirtin.