Ji bo mexdûrên erdhejê qadeke alternatîf 2025-01-19 09:03:20   Pelşîn Çetînkaya    HATAY - Aktîvîsta Piştevaniya Jinan a Kirkyama Gulîzer Işik Çay da zanîn ku bi jinên mexdûrên erdhejê re tên gel hev û piştevaniyê dikin û wiha domand: “Li herêmên erdhejê jin bi pirsgirêkên mezin re tên rû hev. Em bi xebatên xwe hewl didin van pirsgirêkan daxînin asta herî jêr.”   Komeleya Piştevaniya Jinan a Kirkyama ku li Hatayê ji bo têkoşîna jinan xurt bikin, jinan ji tundiyê dûr bigirin û jiyaneke azad, wekhev û bi ewle av bikin xebatan dimeşîne, bi jinan re tên gel hev û piştevaniyê xurt dikin. Piştî erhejê ku bajar veguherî kavilek mezin welatî di nav şert û mercên giran de jiyana xwe domandin. Di konteynirên dimînin de bi pirsirêkên mezin re hatin gel hev û hem alî fîzîkî û hem jî alî rihî de bi bandor dibin. Beşeke mezin a bi bandor dibin jinin. Jin di konteyniran de têkoşîna jiyanê didin.   Aktîvîsta Piştevaniya Jinan a Kirkyama Gulîzar Işik Çay derbarê xebat û rewşa jinan de ji ajansa me JINNES'ê re axivî.   ‘Armanc ev e ku hemû jin jiyanek azad bimeşînin’   Gulîzar Işik Çay got armanca wan ev e bêyî newekheviyê bikin navbera bawerî û mezheba, xwe bigihînin hemû jinan û wiha dirêjî dayê: “Armancek me ya din jî ev e ku hemû jin bi awayekî azad bijîn. Armanca me ev e ku em bi jinan re têkiliyê daynin û piştgiryê bidin û ewlehiyê ava bikin. Em dixwazin jinên bidest û tundiyê dibînin xwe bigihînin me. Jin xwe digihînin me. Em di çapemeniya civakî an jî panelan de hev nas dikin û rumareyên ku dikarin xwe bigihînin me didin wan. Piranî jin dikarin xwe bigihînin me. Em diçin taxên cuda. Dema agahî bê em hema xwe digihînin jinan û diaxivin.”   Xebatên komeleyê   Gulîzar Işik Çay di bedewamiyê de xebatên ku dimeşînin vegot û ev tişt bi lêv kir: “Em hewl didin xwe bigihînin hemû jinan. Gelek xebatên me hene. Me ji bo jin û zarokan ped û bincilk belavkirin. Di esasa serêdanan de me ev birin taxan. Piştre me hêdî hêdî piştgiriya manewî da jinan. Em bi psîkologên ji derve hatin, re çûn taxan. Me panel pêk anîn. Jinan piştî erhejê di mijara starbûnê de pirsgirêk jiyan. Malbat li cihên biçûk diman û hem jî çend malbat bi hev re dijiyan. Vê jî pirsgirêkên mezin derdixist holê.”   ‘Jin neçar man bi kesên ku dest jê berdabûn re bijîn’   Gulîzar Işik Çay destnîşan kir ku jinên ku dest ji mêr berdabûn piştî erdhejê neçar man bi heman kesî re di konteynirê de bijîn û wiha bi lêv kir: “Du sal ser erdhejê de derbas dibe. Di vê pêvajoyê de jinên di rewşa zemet de û tundiyê dibînin serî li me dan. Ji ber derfetên me kên bûn ewil ji çareseriyê dûr diketin. Bi taybet jinên tundî dîtin û dest ji mêran berdabûn. Jinên li konteyniran hatin bicihkirin hebûn lê hîna bi mêrên ku dest jê berdabûn re dijîn, hene. Me hewl da em piştgiriyê bidin lê zêde tiştek ji destê me nehat. Lê ji bo jinên tundî didîtin me di alî psîkolojîk de piştgirî dayê. Me psîkolog peyda kirin. Me parêzer peyda kirin. Di vî alî de me piştgirî da.”   ‘Jin ji ber pirsgirêka aborî baş nabin’   Gulîzar Işik Çay di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku jin di her alî de hewce bi piştgiriyê dibînin û wiha dawî lê anî: “Ya em dixwazin bi hevkariya şaredarî, saziyên xizmeta civakî û kampanyayan ji bo jinan qada îstîhdamê bê avakirin. Derfetên kar hebûna wê hewldana çareserkirina pirsgirêkên wan hebûna. Di alî aborî de wê hinek rehet bikirana. Lê pirsgirêka kar û starbûnê heye. Bêguman piştgiriya psîkolojîk digirin lê pirsgirêka aborî didome. Ji ber vê nizanim ku ev piştgiriya psîkolojîk wê çiqas bi fêde be.”