Du zarokên ketin çala kana mermer jiyana xwe ji dest dan 2025-01-19 17:54:47   MANÎSA- Li navçeya Alaşehîr a Manîsayê du zarok ketin çala ku kana mermer kolandibûn û serê wê negirtibûn, jiyana xwe ji det dan.   Li navçeya Alaşehîr a Manîsayê du zarokên temenê wan 13 salîbû bi bisîkletên xwe derketin gerê û ketin çala ku şîrketa kana mermer vekiribûn û jiyana xwe ji dest dan. Her du zarokên ku xizmên hev bûn Yusuf Eyup Kaya (13) û Kadîr Kaya (13) li dora ava ku ketibê çalê sekinin. Yusuf Eyup Kaya di carekê de ket avê. Xizmê wî Kaya Kaya jî xwest alîkariyê bide û ew jî ket avê.   Ekîbên hatin cihê bûyerê cenaze ji avê derxistin û rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Alaşehîrê.   Xizmên zarokan diyar kirin ku şîrketê tu ewlehiya derdorê negirtiye û gotin wê gilî bikin. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.