Tevî êrîşan bi sedan kes gihiştin Bendava Tişrînê 2025-01-19 20:03:50   NAVENDA NÛÇEYAN- Bi sedan kesên ku ji herêmên cuda ya Kantona Cizîrê ji bo tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bibin di saetên serê sibehê de ketin rê, xwe gihandin Bendava Tişrînê.   Bi armanca piştevaniya berxwedana li dijî êrîşên Tirkiyeyê, bi sedan kes ji bajarên Dêrik, Girkê Legê û gundên Beraf û Koçerat ên Kantona Cizîrê berê xwe da Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Girse gihişt Bendava Tişrînê.   Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca Bendava Tişrînê têk neçe û êrîş bên rawestandin, ji 8’ê Çile û vir de  nobetê digirin.