Keça Bavê Teyar: Bavê min rêhevalên min bû 2025-01-21 13:27:46      NAVENDA NÛÇEYAN - Keça Bavê Teyar Leyla Cûma Îbrahîm ji Girtîgeha Jinan a Erzînganê peyam şand û got: "Bavê min ê ku PKK'ê û Serokatî bi min da naskirin û hezkirin her dem bû rêhevalê min. Em berxwedana gelê Rojava silav dikin. Em jî dev ji têkoşînê bernadin, natirsin û em li vir in.”   Şanogerê Kurd Cûma Xelîl Îbrahîm ku weke Bavê Teyar dihate naskirin, di 17'ê Çileyê de berê xwe dabû Bendava Tişrînê û tevli çalakiya nobetê ango berxwedana gel bûbû. Di 18'ê Çileyê de nobedarên li Tişrînê bi êrişa bomberanê ya dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter re rû bi rû mabûn. Di encama bombebaranê Cûma Xelîl Îbrahîm bi giranî birîndar bûbû. Cûma Xelîl Îbrahîm ku rakiribûn nexweşxaneyê, di 19'ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha li gel Cûma Xelîl Îbrahîm 5 welatiyên din jî jiyana xwe ji dest da bû.    Keça Bavê Teyar Leyla Cuma Îbrahîm bi nasnav Amara ji Girtîgeha Jinan a Erzînganê bi rêya parêzerên xwe peyamek şand.   Leyla Cûma Îbrahîm di peyama xwe de wiha got:    “Di serî de serê Serokatî û serê Gelê Kurdistanê yê bi rûmet sax be. Ew ji bo Kurdistan û hemû gelên bindest her dem xwedî nirxek têkoşer bû. Têkoşîna ku wî heta niha dida, me dît ku Gelê Kurdistanê îro xwedî li wê têkoşînê derdikeve û bersiva xwe bi têkoşînê dide.    Berî ku şehîd bikeve, di gotinên xwe yî dawiyê de wiha got ‘Em dev ji têkoşînê bernadin, em natirsin û em li vir in’. Îro gelên welatparêz ku rabûne ser lingan xwedî li wî û hevrê yên wî derdikevin. Ew meşale ya têkoşînê berî niha bi salan hat vêxistin û em ê jî heta dawiyê bibin şopdarê vê meşale yê.    Bavê min ê ku PKK'ê û Serokatî bi min da naskirin û hezkirin her dem bû rêhevalê min. Ew bû vesîleya ku ez îro wî hîn zêdetir hîs bikim. Em wek girtîyên jin ên Girtigeha Erzînganê, ji malbata wî û ji malbata hevalên li cem wî şehîd ketine sersaxî dixwazin. Ji 7'an heta 70'ê serê Gelê Kurd ê bi rûmet sax be. Em berxwedana gelê Rojava silav dikin û ji wan re jî sersaxi dixwazin.    Em jî dev ji têkoşînê bernadin, natirsin û em li vir in.    Şehîd namirin...   Girtîyên PKK û PAJK'ê yên Girtîgeha Erzîngan ê   Silav û rêzên şoreşgerî.”