Aktîvîsta TJA’yê: Jin wê biharê bînin Rojava 2025-01-22 09:02:14       WAN - Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Mînaz der barê modela jiyana li Rojava û êrişa li hember wê de nirxandin kir û got: “Parastina cewherî a dayikên 80 salî terorîzer kirin. Lê li hemû cîhanê reviyek belav bû û şoreş ajinê pêk hat. Ez bawer dikim wê jin li biharê jî, stat û nasnameyê jî bîne Rojava.”    Piştî ku Tahrir El Şam (HTŞ), di 8’ê Kanûnê de rejîma Baas a 60 salî xist û desthilatdarî xist bi kontrola xwe, Tirkiye û komên girêdayê Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO), ev derfet dît û êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ev êriş li hember modela jiyana nû ya di encama şoreşa jinê de hatiye avkairinê pêk tê. Li dijî van êrişan çalakî û protesto pêk tên û li her derê bangên yekitiya neteweyî tên kirin.   Aktîvîtsa Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Mînaz derbarê êrişan de nirxandin kir.   ‘Yên ji vê şoreşê re pêşengî kirin jin bûn’   Ayşe Mînaz diyar kir ku Rojava salên 60’î de herêmek di bin banda Qraltiya Ereban a Sûriyeyê de bûye û got: “Li gelê wir bênasnaebûn hat ferzkirin û Kurd di tu tiştekî de nehatin dîtin û derveyê her tiştî girtin. Bê nasnamebûn hat ferzkirin. Di 2012’yan de bi bahara Ereban re rojava teşe bû. Tovên xwe avêt. Ew teşebûn li ber çavê cîhanê pêk hat. DAIŞ li ber çavê cîhanê êrişê wir kir. Lê jinan ji şoreşê re pêşengî kir. Gelê wir parstina xwe ya cewherî kir. Şoreşa jinan bi cîhanê re kelecan afirand.”   ‘Em jin divê ji bo şoreşê çi bikin’   Ayşe Mînaz diyar kir ku li Rojava jinan ji bo parastina axa xwe pergala asayîşê ava kiriye û wiha doman: “Ji bo aboriya xwe aboriya rêveberiya xweser pêşxistin. Aboriya Komunal xistin jiyanê. Ji bo nûneriya wekhev, pergala hevserokatiyê xistin dewrê. Ji 2012’yan heta jinan berxwedanek mezin nîşan dan û şoreş pêk anîn. Şoreş ligel me pêk hat. Em ji bo vê şoreşê divê çi bikin. Divê em di vê mijarê de xebatên xwe bimeşînin. Li Rojava jinan paradîgmayeke azadixwaz, ekolojîk û demorkatîk esas girtin û jiyanek nû hûnandin. Şoreşa rojava ji bo hemû cîhanê bûye îlham.”   ‘Reviyên wê li cîhanê belav bûn’   Ayşe Mînaz di berdewamiyê de behsa netew-dewletên ku pêvajoya şoreşê terorîze dike kir û wiha vegot: “Jinên 80 salî yên parastina cewherî dikin terorîze dikin. Reviyek li hemû cîhanê belav bû. Şoreşa jinê pêk hat. Ez bawer dikim ku wê jin biharê jî, statu û nasnameyê jî bîne Rojava. Jinên li Rojava bûn kirde. Bi vê xwe heyî kirin û qadek jiyanê av akirin. Demên daweî de bi hatina HTŞ’ê re êriş tên kirin. Jiyaneke li dijî demokratîkbûnê tê ferzkirin. Naxwazin şoreşa jinê berfireh bibe. Tenê xwe didin ferzkirin.”   ‘Jin nasnameyê statuyê dixwazin’   Ayşe Mînaz di dawiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Li Rojava jinan jiyaneke ku ew kirdeya wê ne ava kirine. Jin dixwazin di vê jiyanê de hebin. Jin di 2025’an de nasnameyê ferz kirin û statuya li Rojava ferz dikin. Ji ber vê di serî de jin û hemû kes divê hişmendiya netewa kurd derxin holê. Divê gel pirsgisrêkên navbera xwe de çareser bikin û bidin aliyekî. Divê bibin yek. Divê kurd li çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêkên xwe yên navxweyî paşde bixin. Pêwîste van hemûyan taloq bikin, bi hemû cîhanê re bibin yek û di zûtirîn demê de statuyekê bidin Rojava. Pêwîste ji nifşên paşerojê yên li Rojava re were nîşandan ku em li cihekî ne ku bê nasnameyê ku li ser zarokên me tê ferzkirin paşguh dike. Ger hûn dixwazin di asta hişmendiya netewî de diyariyek bidin zarokên Kurd, ev der Rojava ye. Ji ber vê yekê pêwîste hemû Kurd bibin yek. Eger diyarî ne tenê Kurdan, ji hemû gelên cîhanê yên ku dibêjin 'ez mirov im', mafên mirovan diparêzin û li dijî şer in ji bo mirovahiya pêşerojê hebe, ev statuya Rojava ye. Lewma êdî dema yekîtiyê ye. Diyariya herî mezin a ku partî, nûner û rêveber bi taybetî li Başûrê Kurdistanê dikarin bidin nifşên pêşerojê statuya Rojava û mafên nasnameya jinan e.”