Li Akdenîzê berxwedan 13 roj in didome 2025-01-22 13:27:36        MÊRSÎN - Tayinkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê hate şermezarkirin. Jinan di çalakiyê de gotin: "Qeyûm êrişa li dijî îradeya bi milyonan mirovî ye, êrişa li dijî îrade û destketiyên jinan e."   Nobeda li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê ya Mersînê di roja 13'yan de ye. Çalakiya nobedê li ber avahiya şaredariyê dewam dike ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Endamên Platforma Jinê ya Mersînê bi pankarta bi nivîsa "Jin qeyûm naxwazin" tevlî berxwedanê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Qeyûm wê biçe, jin wê bimîne", "Bijî piştevaniya jinê", "Em ê bi berxedanê bi ser bikevin", "Jin bi hev re xurt in", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Qeyûmê diz ji Akdenîzê bicehime" hatin qîrîn.   Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê navçeya Akdenîzê Nîzar Esen axivî û destpêkê sersaxî ji malbatên mirovên li Bolûyê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, xwest. Hevseroka DEM Partiyê ya Mersînê jî bal kişand ser rewşa Fûrkan Ozen ku di çalakiya şermezarkirinê ya doh de li tundiya polîsan rast hat û ji ber piştevaniya jinan spasî kir.   Ji Platforma Jinê ya Mersînê Guneş Dogdû jî di çalakiyê de wiha axivî: "Qeyûm rewa nîne, qeyûm talankarî ye. Êrişa li dijî îradeya bi milyonan mirovî, îrade û destketiyên jinê ye. Dorpêçkirina şaredariyê bi bendan nîşaneya vê yekê ye. Qeyûm ji polîtîkayên desthilatdariyê yên dijminatiya li jinê cuda nîne.  Ji girtina xeta tundiyê ya li dijî tundiya li jinê, ji bêparastin hiştina jinan a li hemberî tundiyê em qeyûm nas dikin. Qeyûm êrîşa li ser temsîliyeta jinê ye. Ev desthilatdariya ku dijminê gel e, bi rêya qeyûman dest datîne ser îrade û destketiyên me. Weke jin em ê li kolanan, li qadan têkoşîna xwe ya li dijî qeyûman dewam bikin. Em ê qeyûman biqewirînin. Li dijî vî qeyûmî em têkoşîna xwe ya femînîst mezin dikin."   Seroka Partiya Çep a Mersînê Çagdaş Ari têkildarî şewata li Bolûyê bal kişand ser bêberpirsyariya rayedaran û got, "Li şûna ku hûn ê qeyûm dînin ser şaredariyan, li Wezareta Tûrîzmê tayîn bikin."   Ji HDK'ê Harûn Çakmak jî destnîşan kir ku berxwedana wan wê bi serketinê bi encam bibe û ji bo kampanya "Milyonek îmze ji bo aştiyê" banga tevlîbûnê kir.   Nobedê bi stranên dayikan dewam kir.