ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2025'AN 2025-01-24 09:00:00     * Mînakên curbecur ên konfederalîzma demokratîk û pêkhateyên xweser ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi taybetî bi tecrûbeyên Fatsa, Berxwedana Gezî û rêveberiyên herêmî yên li Bakurê Kurdistanê, hatine şênberkirin. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    * Jinên bi têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê dan, bi azadkirina bajar sînor neman û wek çavkaniya îlhama têkoşîna jinan a global mohra xwe li dîrokê dan.   *Ozgul Sakî ku di Komîsyona Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de cih digire diyar kir ku polîtîkayên desthilatdariyê bandorê li vê jî kiriye û got: “Endam xwe nawestînin. TUÎK dibêje tevî ku jin û mêr heman karî dikin jin ji sedî 30 kêmtir heqdest digirin. Serokê komîsyonê dibêje ‘a wisa ye’ û ‘Ez matmayî mam ezê lêkolîn bikim’. Li dijî van gotinen ne pêkane mirov matmayî nemînin.” DÎMEN HEYE   *Jinan der barê peyama ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şandiye û meclîs nîşan daye de nirxandin kirin û got: “Pirsgirêka kurd pirsgirêka welate. Li pişt deriyên girtî hevdîtin nayên qebûlkirin. Divê her tişt di zemîna qanûnî de li TBMM’ê bê pêşxistin.” DÎMEN HEYE   *"Li hember hemû êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dil û can li dora şervanên xwe yên azadiyê kom dibin. Baweriya gelan heta dawiyê bi şervanên QSD û YPJ’ê heye. Gelên herêmê dizanin şoreşa li ser paradîgmaya Rêber Apo ava bû û pêş dikeve, yekane rêya çareseriyê ya hemû pirsgirêkên çavkaniya xwe ji dewleta netewe digire ye. Pratîka 13 salan a şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev xisûs bi awayekî pir eşkere nîşanî hemû cîhanê daye."  JI PÊNÛSA JINÊ   * Jinên Helebê têkildarî êrişên li ser bendava Tişrînê û berxwedana gel a li wir diyar kirin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê jî em ê bendavê biparêzin û wiha gotin:""Îro dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşên xwe bi ser vî gelî de dide dewamkirin lê belê em weke gel mafê me ye ku em biçin bendavê û parastina bendavê bikin. Em ê her li hember dagirkeriyê  li ser piya bin. Em ji mirinê natirsin, em ji mirinê mezintir in." DÎMEN HEYE